Cîhan

Li Swêdê kuştina keça kurd

Duşema buhurî keçeke kurd a 19 salî li bajarê Landskrona li başûrê Swêdê kuştî hat dîtin. Birayê wê yê biçûk (16) û diya wê ya bihemil (39) kûştina wê tên gunehbar kirin.

Maria di şeqeya xwe de hatibû kuştin. Ew tûşî derbeyên kêrê bûbû.  Her di wê şevê de polîsan birayê wê yê biçûk girt. Ew û diya wî bi plankirina kuştinê û pêkanîna wê tên gunehbar kirin. Li gor malpera Expressen li Swêdê ev kuştin wek “kuştina li ser namusê” tê bi nav kirin.

Dewletê ew bitenê hişt

Berî ku Maria bê kuştin wê ji hin nasên xwe re gotibû ku wê li Swêdê hest bi rehetî û parastina pêwîst nedikir. Bêtir ji heftan mehan wê ji belediya bajarê xwe xwestiye ku bê parastin.

Komeleya “Tenk om” a ji bo alîkariya jinên ku tûşî tûndûtûjiyê tên, hewil dabû ku alîkariya Mariayê bikin. Li gor agahiyên vê komeleyê wê ji îlona 2011ê ve belediya Landskrona agahdar kiriye ku pêdiviya Maria bi maleke nû li bajarekî din heye.

Birêvebirê “Tenk om” Newroz Ötunc dibêje: “Me kesên berpirs agahdar kiribû ku divê Maria ji Landskrona derkeve. Lê wan guh neda me.”

Berî ku bê kuştin, hevpeyvînek da bû

Tenê hefteyekê berî ku Maria bê kuştin, wê di hevpeyvînekê de ligel çend xwendekarên psîkolociyê gotibû ku mafê wê nebû ku xwarinê ligel zilaman bixwe. Maria bal kişandibû ser şerefê û gotibû ku ew “di malbata me de gelek giring e, çi li vir çi jî li Kurdistanê”.

Dema Maria bûbû 12 salî, bavê wê bi xapandin biribû başûrê Kurdistanê. Li gor niha tê gotin, hingî tecawiz lê hatibû kirin û keça kurd a êzîdî hatibû mecbûr kirin ku di 15-saliya xwe de bizewice. Piştî demekê Maria karîbû bireve û xwe bigihîne Swêdê. Ji hingî ve ew bi alîkariya xizmeta civakî dûrî malbata xwe dijiya, wê gelek caran mala xwe guhert.

Gefên kuştinê lê hatibûn kirin

Maria ji xwendekarên zanîngehê re behsa çewisandina ji aliyê malbata xwe ve kiribû. Wê gotibû ku diya wê lêdixist. “Carekê diya min hewil da min bixeniqîne, bi zorê min nefes dikir. Piştre wê dest bi gefên kuştina min kir û ez gelek tirsiyam.”

Brayê wê, ku bi kuştina xuşka xwe tê gunehbar kirin, li ser rêya dadgehê bi serekî bilind dimeşiya û çavên xwe bi pateke şîn veşartibûn. Li gor rojnamevanekî swêdî bandora bûyerê li wî qet xuya nedikir. Dadgehê biryar stend ku wî û diya wî di zindanê de bihêlin ta ku mesele zelal bibe.

 

 

Sozan Şerefanî/Rudaw

Back to top button