Serok Barzanî li Dubaî ye

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi serdanekî fermî giha  Welatên Îmaretên Erebî. Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî ji aliyê Cîgirê Serokê Dewlet, Serokwezîr, Fermanrewayê Mîrnişîna Dubayê Şêx Muhamed Bin Raşêd Al Mektûme ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de pêvendiyên heyî yên di navbera Mîrnişînên Erebî yên bi Îraqê re û peyvendiyên Mîrnişînên Erebî yên bi Kurdistanê re hatin gotubêj kirin bi taybetî pêvendiyên warê abûrî, çandî û bazirganî.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Emîrê Dubayî diyar kir ku, welatê vî gelek girîngî dide bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên Îraqê û rewşa baş û biewle ya Îraqê.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê jî rewşa Îraqê di warê siyasî, ewlekarî, abûrî û civakî de ji Emîrê Dubayê re rave kir û balkêşande ser hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina kêşeyên heyî û parastina yekîtiya welat.

Nerîna min :