Civak

Rapor: Li Iraqê 2500-3000 terorîstên Reş (Da’îş) hene

Piştî wê yekê ku li van demên derbasbûyî de terorîstên Da’îş li çend navçeyekî Iraqê dest bi tevgerên eşkere kirin û ziyanê bi hêzên Iraqê gihand, ajansekî Amerîkî balê dikşîne li ser wê yekê ku êdî rêxistina Da’îş li Iraqê çuye nav qonaxa êrîş kirinê, ew jî ji ber sûdwergirtina mijulbûna Hikûmetê û kêşeyên wî welatî bûye.

Li gor raporekî Ajansa Associated Press li demên derbasbûyî de çend êrîşekî terorîstî li Iraq rûdaye û li Kerkûk, Selahedîn û di nav wan êrîşan de hêzên Iraqî û Heşda Şe’bî bûne qurbanî. Ji bo wê yekê derketina Da’îş balkişandineke ku ew rêxistin sûd ji valahiyan û kêmbûna hebûna Amerîka dibîne. Her wiha ji mijulbûna Hikûmetê ya bi rûbirûbûna Korona û kêşeyên aborî ku heye sûd wergirtine.

Li gor zanyariyan li Iraqê de 2500-3000 terorîstên Da’îş heye û li van demên dawî de 500 çekdarên din ji girtîxaneyên Sûriye reviyane û hatine nava Iraqê. Li gor berpirsên serbaziyên Iraqî û şarezayan niha Da’îş ji qonaxa tirsandina navçeyê derbaskiriye çûye qonaxa êrîşbirinê. Berê jî êrîşên biçûk û kuştina kesan encam dida, niha bûye bombeyên çandî û êrîş kirin.

Back to top button