Pirsa lamerkeziya kargêriya parêzgehan yek ji bernameyên kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, lê belê bi baweriya çavdêran ewên li Silêmaniyê propagandaya lamerkeziyê dikin, li pişt qaçaxçîtî û ji Îranê anîna hêkên demê wan li ser ve çûyî û hinek tiştên dinin.

Kerîm Elî Serokê Lîjneya Pîşesazî û Samanên Xwezayiyên li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê bi rojnameya Uşe ragihandiye, li xalên sînoriyan ve qaçaxçîtî û anîna barên hêkên demê wê li ser çûyî û goştê qerisandî û bestiya heywanan berdewame. Bêyî wê yekê hîç rêgiriyek hebê “Niha ew li pişt van karane û propagandaya lamerkeziya Silêmaniyê dikin”.

Her wiha eşkere kir ku eger li marketek dû perçe piskîvîtên dema wê li ser çûyî bê girtin, wê demê lîjne wan siza dike, lê belê ew dehan barên qaçax ji sînoran ve tê eger berpirsên bilind li pişt wan nebê, nikarin derbas bikin.

Ji aliyê xwe ve Nezaket Husên Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê û Çavdêriya Siyasî ragihand li pirsa lamerkeziyetê da aramiya siyasî û parastina qewareya Kurdistanê li pêş hemû tiştek be, ji bo wê yekê li çarçêweya qewareya Herêma Kurdistanê her çi bê kirin ji bo xizmeta welatiyan û geşkirina bingeha aborî, aramiya welatiyan karekî başe.

Her wiha got: Eger ew lamerkeziyeta propagandaya wê tê kirin mebesta wan veqetandina parêzgehek yan navçeyekî Herêma Kurdistanê bê. Ewe karesatên mezin lê dikevê û kiyana me dikevê metirsiyê. Pirsa lamerkeziyê divê bi hemahengiya aliyan û li bin çavdêriya Encûmena Wezîran da bê. Eger ji wê veqete neku xizmetê nake, belku karesatên mezin rû dide. Ji aliyeke din ve ewên niha propagandaya lamerkeziyetê dikin her ew bi xwe li pişt anîna barên qaçaxin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: