Civak

Ramazan Xoce kuştin

Ramazan Pişkin ê bi navê ” Remezan Xoceyê Amedê” ku bi axaftinên xwe yên li Mizgefta Mezin a dîrokî ya Amedê dihat naskirin, li Fatîha Stenbolê di êrîşa bi kêrê de jiyana xwe ji dest da.

Ramazan Xocê li Diyarbekirê di hewşa Mizgefta Mezin de, weiz didan û di derbarê pirsen olî de bersiva pirsen xelkê ku lê kom dibû dida. Ji gelek deveran ji bo hevpeyvîna li gel Ramazan Xoce bikin dihatin hewşa Mizgeftê û pirs jê dikiran wî jî li gora baweriya xwe bersiva van pirsan dida.

Hinekan gilîyê Xoce kirin û ew demekî birin bajarê Elezîzê nexweşxaneya dîna. Lê hat tespîtkirin ku Xoce ne dîn bû. Hinekan komployek lê kirîbûn.Piştî çend rojan ew berdan û vegeriya Diyarbekir .

Ramazan Xoce insanek di derbarê olî de zana bû. Tenê qurana pîroz ji xwe re wek rêbaza îslamiyetê ditîd û dîtinên xwe vekirî digota. Xelekekî ew wek filozofekî dida nasandin.Gelek cara dema jê dihat pirsin cardin vekirî digot“Kemalizm“ Apoizim“ ev tiştên xeletin û nebin mehkumê van tiştên ku zererê dide civatê.

Gelek kes jê acizbûn gelek kesî  jî hij xoce dikiran. Xoce gelek caran dihat tehdit kirin, lê wî guh nade van tehdîtan. Carekî jê pirsin başe tu çewe debara xwe dikî? Ramazan bersiva xwe de got: Min piştî lîseyê du sal koleja Dadê de xwendiye. Ez li qebristana pakijiyê dikim, dara  û giya pakij dikim û car carê hinek karen rojane jî dikim.

Piştî demekî Xoce koçî Stanbolê kir û wê dere çayxaneka piçûk de kardikir û tezbih difrotan û bi vî awayî debara xwe dikir. Ew çayxane cihê karî wî bû, mala wî bû. Li wê derê radza û radibûya. Gelek vido çêdikiran û gelek xelkê û hinek kanalan li gel xoce hevpeyvîn dikiran. Di medya civakî de xoce wek fenomenek naskirî dihat şopandin. Lê hinek aliyên siyasî ji helwest û gotarên xoce aciz bûn û ew tehemûl nekirin û kuştin.

Ramazan kesayetek oldarbû, zanebû li dijê her kiryarek sexte bi navê misilmaniyê derdiket û behsa zilma her aliyekî li ser civatê bê tirs dikira.

Xoce li Stanbolê cihê ku lê kar dikira yanî di çayxaneya xwe de temenê 43 saliya xwe de hate qetil kirin. Dê termê wî li Diyarbekirê bispirên axê..

Berpirsên ewlehiya Stanbolê di daxûyaniyekî de gotin: Ramazan Pişkin di derdora seat 13.50’an de li çayxaneya ku di ser navnîşana 88’an a Kolana Kocamustafapaşa ya Taxa Cerrahpaşayê de ye ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve rastî êrîşa bi kêrê hat. Li nexweşxaneyê tevî mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button