Dosya

Berî hûn min sêdare bidin ez dixwazim kotirên(kevok) xwe bibînim

Ji çîrokên Senterê Komate

Di berdewamiya karê Senterê Komate da, digel wan 210 xebatkarên heta nuha me hevpeyivîn pê ra kirî, heta nuha em rastî bi sedan çîrokên xebat û qurbanîdanên tejî dîmenên tirajîdîk û qaremaniyên bêmînak hatine. Helbet ev çîrokên xebat û berxwedanê keresteyekê xavin ku, mirov dikare bi dehan film, roman, dirama û pertûkan ki ser çêke.

Roja 24.01.2024ê, zîndaniyê siyasî, Hisên Mihemed Elî Dêreşî mêvanê Senterê Komate bû. Yek ji wan çîrokên zîndanê yên balkêş yên tejî wateya qurbanîdan û ciwaniyê, çîroka ciwanekî 15 salî yê li ber darê sêdareyê bû.

Hisên dibêje: Li sala 1977ê, piştî bi awayekî şanogeriyeka xapînok, li îşkencexaneya bi navê Heya Kerkûkê, em dadgeh kirin. Berî me bibin zîndana Ebu Xirêb û hevalên me jî yên hukimê sêdaredanê jê ra hatî dan bibin Mûsilê û li wir îdam bikin, careke din em hemû avêtine di jûrên me yên zîndanê ve. Jûrek bi rex ya me ve bû, ew hevalên hukmê sêdaredanê jê ra derketî, ew avêtibûne di wê jûrê ve. Ciwanekî xelkê Qeladzê ku, jiyê wî 15 sal bûn, di nav wan da bû. Haya me jê hebû ku, ew sê cara birbû xestexaneyê da ku jiyê wî bikin 18 sal, da ku sêdare biden. Nûjdaran gotibû: Ev 15 salî ye, em nikarin wî bikin 18 salî. Lê dawiyê bi her rêya hebe, wan jiyê wî kir bû 18 sal û biriyara sêdaredanê ji bo wî derxist.

Hisên dibêje: Rojekê ev zîndaniyên bi sêdaredanê hatine hukim kirin, derxistibûn ber derî ji bo karekî, çavê min jî di qula derî ra lêye. Ciwanê 15 salî darkekê di destê wî da û bi wî darikî ew herê xîçika li axê dike û ew di nava hizir û xeyalên xwe da gelek kûr û dûr çûye.

Min dît carekê Zebaniyek hate hindavî serê wî û digel diaxift. Belê min dît ku ew, ciwan hind pûteyî bi Zebanî nade û herê bi darikê xwe mijûlahiya xwe li erdî dike. Paşî min dît Zebanî pênek li derî da û gote min: Were wergêranê/tercumê bo min bike. Diyar bû ku wî ciwanî bi erebî ne dizanî.

Ez hatime derve û Zebanî dest bi pisiyaran kir. Min jî pisiyarên wî û bersivên ciwanê 15 salî werdgêran.

Zebanî: Tu dizanî ku, em dê te sêdare bidin?

Yê ciwan herê bi darikê xwe mijûlahiyê li erdî dike û çavekê xwe niqand û yek vekir û serê xwe rakir û bi rexekî temaşeyî Zebanî kir û gelek bi bêminetî got: Ez dizanm.

Zebanî: Vêca berî em te sêdare bidin, te çi daxwaz û wesiyet heye?

Yê ciwan her temaşeyî Zebanî nekir û li ser mijûlahiya xwe berdewam bû û got: Min çi nîne?

Zebanî: Xilas eve dawî demên jiyana tene. Tu çi dixwazî em bo te bikin? Tu dixwazî xûşk û birayên xwe bibînî, deyk û bavê xwe bibînî, tu çi dixwazî?

Her dîsan ciwanî bi bêminetî û bêy temaşe bike got: Min çi nîne, ez çi ji we naxwazim.

Zebanî gelek li dûv dirêj kir û dev jê berneda. Dawiyê wî ciwanî darikê xwe avêt û êdî bi dirustî zivirî û temaşeyî Zebanî kir û jê ra got: Ez dizanim hûn ji bo min çi nakin û tu yê qeşmeriyên xwe bi min dikî. Lê belê madem her te dirêj kir û te divê bizanî ka berî mirina xwe ya bi destên we, ez çi dixwazim, ez dê nuha ji te ra bêjim:

Zebanî: Bêje

Ciwan: Min du kotir li mal hene. Ez gelek hez ji wan kotirên xwe dikim. Ez nizanim kanê piştî ez hatime girtin, kesek çavê xwe li wan dike yan na? Nizanim kanê têr tomkî didin wan yan na? Vêca hîviya min a herî mezin ewe ku, berî hûn min sêdare bidin, wan her du kotirên min bîne vir cem min û misteke genimî jî bike nîva lepê min. Ez wî genimî di destê xwe da bidim ber wan. Ew têr jê bixon û paşî wan danime ser destê xwe û bilind bikim û bifirin hindî asmanê fireh bifirin, ew bilind bibin û bifirin û biçin, heta li ber çavên min winda dibin, iha eve mezntirîn hêviya min e. Vêca eger piştî hîngê hûn min sêdare jî didin, hûn bêminetin, çunkî ez ji mirinê natirs im.

Hisên dibêje: Dema min ev axftinên ciwanê 15 salî bihîstin, min xwe kontirol nekir û yekser min berda giriyê û xwe havête di jûra xwe ya zîndanê ve.

Back to top button