Ragihandinek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve
Bi mebesta gengeşe kirina rewşa îro ya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel wan hêz û aliyê siyasiyên li Parlemena Kurdistanê de beşdarin civiya.
Li destpêka civînê de Serok Barzanî ji bo yek helwêstiya wan bi beramber yasaya hilbijartinê de spasiya hemû aliyê siyasiyên Kurdistanî kir û hêvî xwest ew yek helwestî berdewam bibe û bandora xwe li hilbijartinên nû ya Encûmena Nûnerên Iraqê da hebe.
Sebaret bi rewşa îro ya Kurdistanê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku wekî tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bi qonaxên cur bi cur da derbasbûne. Her li şoreşa Eylûlê ve heta niha bi taybetî li wan milmilaneyên siyasî ku li nav tevgerê de hebûye û got xwezî ew milmilane û tundutîjî bi rû yê me nebûya û tekîd jî li wê yekê kir me hemû azarê şerê navxweyî tam kiriye ku mixabin îro hinek diyardeyên nexwestî û serî hildaye ku pêwîste dawî bibe û hemû tiştek jî hêjayî çareser kirine.
Serok Barzanî wê yekê jî dûpat kir ku em bi tu awayekê rê nadin careke din xwîna Kurd bi destê Kurd ve birije. Raste me nêrînên cuda heye, lê belê ew nêrîn divê li nav Parlemenê de bixin rû û bi tu awayekê jî nabe rê bi nehezên gelê me bidin ku wan nakokiyan kur bikin û rewşa Kurdistanê pê têk bidin. Daxwaz ji medyayan kir berpirsane û pîşeyiyane û li gor yasaya rojnamegeriyê peyama xwe bigihînin. Bi awayeke ku yekrêzî û tebayiya gelê me bê parastin. Piştî raguherîna li gel Serokayetiya Parlemen û Cîgir û Sekreter û Emîndarê Giştî yê hêz û aliyên amadebuyan û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan civînê de bi giştî li ser van xalan dengê biryarê hate dayîn:
1- Dest bi cih binpêkirina ragihandinê li navbera hemû pêkhatê siyasiyên Kurdistanê de bê ragirtin.
2- Ew lîjneya ku hatiye danan ji bo çareseriya pirsgirêkên nanbiriyan berdewam be li encamdana karên xwe û bi duvdaçûna raspardeyan li gel aliyê pêwendîdaran bê kirin.
3- Dawî bi diyardeya tundutîjî bê dayîn û ji bo vê mebestê jî lîjneyek bi Serokayetiya Wezîrê Navxo bête pêkanîn.
4- Çalakkirina Encûmena Bilinda Partî û Hêzê Siyasiyên Kurdistanê ji bo şêwirîn û dozîna çareseriyê ji bo her pirsgirêkek ku li paşarojê de li nav aliyên siyasiyan da rû didin.