Polîtîk

Li Aksaray êrîşî Xwendekareke Kurd kirin

Li Zanîngeha Aksaraya Tirkiye zexta li ser xwendekarên Kurd roj bi roj zêde dibe û her wiha vê dawiyê jî xwendekareke Kurd ji ber ku li zanîngehê bi Kurdî axaftiye ji aliyê xwendekarên tundrewên Tirk ve bi xortê Kurd dane bêr kêr û çakuyan.
Di derbarê vê bûyerê de ji zanîngeha Aksaray beşa Endezyarî ya pola du xwendekarek bi navê Mehmet Emin Ekici wiha axivî: Em li zanîngehê de dema ku li gel hevalên xwe bi Kurdî diaxivîn gelek caran em tuşî êrîş û gefên xwendekarên tundrewên Tirk dibin. Her wiha ji bo me dibêjin hûn Kurdin em nahelin hûn li zanîngeha Aksarayê bixwînin.
Her wiha xwendekar got: Wê rojê ez ji zanîngehê derketim min xwest ji bo xwe piyaseyek bikin, ez û çend heval buyîn, ji nişka ve nêzîkî 50 xwendekarên faşist li peşiyame girtin û li destên wan da dar û kêr hebû, her wiha darê wan bi bizmarkiri  bu, êrîşî ser me kirin, ez ketim erdê paşê nizanim çi bu dema ku min çaven xwe vekir ez li nexweşxaneyê bûm û hemû bedena min bûbû birîn.
 

Back to top button