Ji xizmên wendayan çalakiya ‘devgirtinê’
Xizmên girtiyan ku her hefte ji bo ronîkirina aqûbeta wendayan rûdinên, ji bo şermezarkirina binpêkirina mafan çalakiya rûniştinê pêk anîn û devê xwe bi bandên reş girtin.
Çalakiya xizmên girtiyan ku her hefte dom dike, di heftiya 48’emîn de jî berdewam kir. Bi dehan xizmên girtiyan ku beşdarî çalakiyê bûn, li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê civiyan û xwestin aqûbeta wendayan bên ronîkirin. Weke her hefte, vê heftiyê jî çîroka jiyana wendayek hate xwendin. Îcar dora çîrokê li ser revandin û wendakirina Mehmet Şîrîn Mutlu bû. Mutlu di 1995’an de li Hezoya Êlihê ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve tê binçavkirin, careke din nayê berdan. Digel hemû hewldanan tu agahî ji Mutlu nayê sitandin.
Rêveberê ÎHD’a Amedê M. Racî Bîlîcî dema çîroka binçavkirina Mehmet Şîrîn Mutlu vegot, gelek dayikan hêstirên çavan rijandin. Di vê demê de dîmeneke hestiyar û dilzîz derkete holê.
Piştî vegotina çîroka Mutlu, Bîlîcî li ser pêvajoya dawî jî fikr û ramanên xwe anîn zimên. Bîlîcî, girtina şaredarên BDP’î bi zimanek tund şermezar kir û wiha got:
“Di şûna ku kiryarên kuştinan, wendayan û wêrankirina gundan bên girtin û darizandin de, parêzvanên mafên mirovan, şaredarên hilbijartî û siyasetmedarên kurd têne girtin. Her wiha Serokê şaxa komeleya me Birêz Muharrem Erbey tê girtin. Ev girtin durûtî û fêmbariya AKP’ê ya ji ‘rêlibervekirina kurd’ nîşan dide. Em ê tu caran van niheqiyên li ser gelê kurd qebûl nekin û tim têkoşîna xwe bidomînin.”