Hewlêr keçek bi sedema şewatê jiyana xwe ji dest da

Doh keçeke rûniştvanê taxa Aştî ya li bajarê Hewlêrê piştî ku berî rojekê agir pê ketibû û beşeke mezinê bedena wê şewitîbû îro jiyana xwe ji destda.
Jêderek ji nêzîkî vê rûdawê ragihand: Derketiye holê ku ev keçik ji ber pirsgirêkeke malbatî xwe şewitandiye.
Heman demî de Emîd Ebdulxaliq Telet Birêvebere Giştî Polîsî Hewlêr eşkere kir: Dadwer biryara destgir kirina bavê wê keçikê derxistiye, her wiha lêkolîna vê rudawê jî berdewame, lê belê tu balkişandinek li ser sedema vê xwe şewitandina keçikê neda.
Berê jî Emîd Ebdulxaliq eşkere kiribu ku li sala 2009 da lêpirsîn û şikayet kirina‌ jinan li dadgeh li sala‌ 2008 da zêde‌ kiriye.
Ev demeke li bajarê Hewlêr rêjeya xwe şewitandin û kuştina jinan xûrt bûye û rêxistinên civata medenî jî rexne li Hikûmet digrin, ku sizaya sivik ji bo tawanbaran deynin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: