Civak

Mahabad: Bavekî keça xwe xeniqand

Keçeke xort bi navê (Şeyda – M) xelkê taxa Baxa Şayeganî bajarê Mehabada rojhilata Kurdistanê ji aliyê bavê xwe ve hatiye kuştin.
Jêderek ji agahdarê bûyerê bi Warvîn ragihand: Şeva çarşema derbasbûyî (Şeyda- M) li xew da ji aliyê bavê xwe ve hatiye xeniqandin.
Her wiha jêder eşkere kir ku biryar bû Şeyda mêr bi kure mamê xwe bike lê belê li beranber vê biryara bav da rawestiya û li encamê de bû qurban.
Hêjayî gotinêye ku piştî vê rûdawê bavê Şeyda ji aliyê hêzên Întîzama bajarê Mahabadê ve hate destgîr kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button