Civak

Li Soran bûk û zavayek xwe kuştin

Jêderek ji polîsê Soran bi Warvîn ragihand doh demjimêr 7 ê êvarê li gundê “Dêlziyan” ser bi qezaya Soran bûk û zavayek bi navên “Yadgar Kerîm” 21sal û “Seyran Suleyman” 21sal, li jûrê xwe ‌de, xwe kûştin.
Heftiyek li ser daweta vê bûk û zava derbas bûye û tê gotin ku dawet jî bi xweşiyê derbas bûye.
Her wiha jêder eve jî eşkere kir: Piştî ku dengê teqînê ji jûra vî bûk û zavayê tê, xizm û kesê zava, dergehê odeyê dişkînin û diçin jûrve û dibînîn her dû jî bi gulle hatine kuştin.
Li gor lêkolînên destpêkê yê dad, derket holê ku yekem car bûk zava kûştiye û paşê jî gulle bi xwe ve berdaye.

Back to top button