Serok Obama, serokerkan Zêbarî xelat kir
Wezareta berevaniyê ya Iraqê di beyannameykê de ragihand, ji ber rola ku serokerkanê Iraqê Babekir Zêbarî di kêmkirina asta şîdet û nearamiyê de lîstiye, serokê Amerîkayê Barack Obama Madalyaya Hêja û Jêhatîbûnê bexşiye wî.
Di beyannameyê de hate ragihandin ku Obama piştî wergirtina rezamendiya Kongresê ferman daye di merasîmeke teybet de Medalyaya Hêja û Jêhatîbûnê pêşkêşî serokerkan Zêbarî bê kirin.
Di merasîma pêşkêşkirina medalyayê de, fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê General Raymond T. Odierno peyvek pêşkêş kir û got: “Babekir Zêbarî di salên 2007 û 2008’ê de xizmeteke mezin pêşkêş kiriye û di kêmkirina şîdet û nearamiyê de li welatê xwe roleke mezin lîstiye.”
Paşê serokerkan Babekir Zêbarî aixivî û got: “Ez nizanim bi gotin qala vê xelatkirina xwe bikin. Xelatkirina me di vê rojê de xeltkirina artêşa Iraqê ye û em ê berdewam bin di hewlên xurttirkirina têkiliyên navbera Iraq û Amerîkayê de.”
Hêjayê gotinê ye Madalyay Hêja û Jêhatîbûnê di asta herî bilind ya artêşa Amerîkayê de tê bexşîn û li gor prensîbên leşkerî yên Amerîkayê, ew xelat ji wan fermandarên neamerîkî re tê bexşîn ku li welatê xwe roleke girîng dilîzin.