Serok Barzanî pêşwazî li Resul kir

Îro yekşem 10/01/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî Yêkîtiya Nîştimaniya Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, rewşa îro ya Kurdistanê û çawayiya çespandina zêdetirê aramî û seqamgîrî û danana radeyek ji bo rûdawên destdirêjiya li ser hemwelatiyan û parastina ser û malê wan hate nîqaşkirin. Li vî warî de tekîd li wê yekê kirin ku nabê aramî û ewlehiya Kurdistanê bê binpê kirin û jiyana hemwelatiyan jî têkilî bi milmilaneyên siyasiyan bê kirin û bi zutirîn dem jî girjî û aloziyên vê dawiyê bête çareser kirin.

Nerîna min :