Polîtîk

Qubad Talebanî namzetê cîgirê serokwezîr e

Hat ragehandin ku di hikûmeta dahatû ya Kurdistanê de wek serokwezîr sê cîgirên Nêçîrvan Barzanî dibin û cîgirê yekem Qubad Talebanî ye. Herwiha cîgirê duyem digihe Tevgera Goran û sêyem jî bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.

Li gor ajansa Bultennews a Îranê, serokê Parlamentoya Kurdistanê digihe Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) lê ne Erselan Bayîz dibe, cîgirê serokê parlamentoyê jî bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.

Di kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 7 wezaret bo PDK, 4 wezaret bo Tevgera Goran û 3 wezaret jî digihin YNK’ê. Herwiha Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi du wezaretan, Komela Îslamî, Mesîhî û Turkmen jî her yek bi wezaretekê beşdarî kabîneya hikûmeta nû ya Kurdistanê dibin.

Back to top button