Civak

Qirkirina Ermeniyan Helwesta Tirkiye û dîtinên ronakbîrên Kurd

 

Pirsa Jênosîda  (qirkirina) li dijê Ermeniyan di salên 1895 û 1915 an de, hatî kirin gelek caran tê minaqeşekirin.  Heta niha 19 welatan qirkirina Ermeniyan naskiriye. Vê dawiyê di vê derbarê de Komisyona têkiliyên derve ya kongrêsa  Amerîkî  û di pey re jî parlementoya Swêdî  jî biryara qebûklkirina qirkirina Ermeniyan pejirandin.

Helwesta hinek parlementerên Kurd di parlementoya swêdî  de bû cihê hinek gengeşeyan. Tirkiye hate niha bi tu awayî vê bûyerê qebûl nake û helwestên dijwar li dijî welatên ku vê biryarê qebûl dikin distîne.

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û dîrokzan di vê derbarê de dîtinin cuda dinivîsînin. Hinek di vê derbarê de kurdan jî tawanbar dikin.  Em dixwazin ev pirs piçekî din ji aliyê kurdan ve zelal bibe. Ji bo vê yekê jî em dixwazin  dîtina beşek siyasetmedar, rewşenbîr, dîrokzan û kesayetên kurdan di vê derbarê de bizanin û pêşkêşî raya giştî bikin.

Hun wekû ronakbîr di vê derbarê de dîtinên xwe bidin kifşkirin,emê keyfxweş bibin, bi taybetî  twanbarkirina kurdan di vê pirsa nazik de û rastî û nerastiya wê..

Rêz û Silav…

Rojeva Kurd

www.rojevakurd.com

 

Back to top button