Qetilîyama dewleta Tirk bêcezamayin- 23
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Zeynel Bülgen hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S A : Wun karin bahsa kurêxwe Zeynel Bülgen bikin, ewî çawa girtin û bi çi awayî qetilkirin ?
Buyer li gunde çamyurt, sala 1993
Kurêmin Zeynel Bülgen li ser erdê xwe karê cotkariye dikir, qereqola leşkeran çamyurt’e wî dixwazin qereqole, dotrarojê kurêmin Zeynel, bivê gazikirina qaraqole, bi yeki gundiyênmere, ku navêwî Cembeli’ye bixwere dibe û diçe qereqola leşkerên çamyurt û qereqol kurêmin Zeynel digrin û ji gundîyênmeyî bi navên Cembeli’re dibêjin tu here, emê îfada Zeynel bigrin û paşê emê wî berdin.
Gundiyême Cembeli, mecbur dibe ji qereqolê bitena serêxwe derte û jibo vegere gund. Demek bişûnda, Cembeli, wexta di rêdeye, rê û riya ereban, ereba qereqola çamyurt di berde te derbas dibe, Cembeli, dibîne ku wa Zeynel di erebêdeye, wî berbi qeza Midyade ve dibin;
Cembeli gava vê yekê dibine, ku Zeynel dibin ali midyade, Cembeli’ye gundîyênme, ecele dike û xwe digîhîjine gund, mala muxtare gund û ji muxtare dibeje ku Zeynel hal û mesela wî bivî awayîye bahs dike; ser vê ifada Cembeli, muxtar radibe diçe qereqola çamyurt û ji qereqole daxwaza dîtina Zeynel dike; berpirse leşker dibeje muxtar, ku ew Zeynel serbest berdane, ji muxtare dibêje, muxtar baş fahm dike ku rewşa kurêmin Zeynel û jiyanawî di xeterêdaye.
Muxtar te yekser telefon jiminre dike, ez hinga li Adana bum û ew şew li otobose siwarbum hatim gund pirsim ku kurêmin Zeynel hê ne hatiye berdan, ez hê li gundbum vêcare qereqola Midyad’e telefona muxtareme dikin, ku Zeynel li keleka riya ser Midyad’e hineka wî kuştiye, dibêjin werin terme Zeynel, herin bigrin û ji wedere rakin û bibin gundewî.
Em rabun çun ciyeku jimere nişankiri, wa ye kurêmin Zeynel bi kindirekî xeniqandine û cesedewî avetine keleka riya ereban…
Min kurê xwe da mêyinekirin belê Zeynel kurêmin bi kindirê hatiye kuştine, ez rabum çum qereqola Midyade, çamyurt û ji berpirsen her du leşkerên qereqole re gotim ku we kurêmin qetilkiriye.
Min rabu li wan dawê vekir, wana dame mahkeme, lê di mahkema dewleta Tirkiye ez negijtim tu encamek, min vê care dawa kuştina kurê xwe ji ali qereqola leşkeran ve ku hatibu kirin, bire mahkema mafên mirovan ên avrupaye, ev 19 sale, ji mahkemên avrupayîya jî me heta vega tu neticeyek ne sitandiye.
Navên Avukateme, Mehmet çetin’e
Kurêmin Zeynel bavên şeş zarukan bu, benc keç û kureki wî hebu.
S A : Mesajeki wey dawî ku wun dixwazin bejin heye gelo kerembikin bêjin ?
Kurêmin Zeynel, însanek gelek mirov û zirarawî ne digişte tu kesi, debaraxwe bi karên cotkariye dikir û ew bi destên leşkerên dewleta Tirk bê sebeb û suc wî birin qetilkirin, ez û hemu malbatamin heta saxbim emê vê dawê bi şopinin; Ev zilma hani ji aliyê saziya dewleta Tirk ya leşkeri lime hatiye kirin, emê vê zilm, bê edaletiya qetiliyama dewleta Tirk, tu cari jibir nekin û emê ji zaruk, torinexwere şiret bikin, ku bexte tirka tuneyê û piştaxwe nedin wan…
Suayip Adlig
Li Adana, 21 nisane 2009