Ocalan biryar dide gotûbêj ber bi kû ve diçin

Siyasetvanê kurd ku li Ewropayê rûdine û endamê berê yê parlementoya Tirkiyeyê, Remzî Kartal, ku niha serokê Kongreya Gel a Kurdistanê ya nêzîkî PKKê ye, di vê hevpeyvînê bi Rûdawê re li Parîsê behsa bûyera kuştina sê jinên çalakvan ên kurd li Parîsê dike. Herwiha behsa gotûbêjên vê dawiyê di navbera hikûmeta Tirkiye û PKKê de dike.

Bi gotina Kartal, gumana “Kurdan” ji vîna hikûmeta Tirkiyeyê ji bo berdewamkirina gotûbêjan heye, nemaze piştî ku berpirsên Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe de behsa wê yekê kirin ku heye kuştina sê jinên çalakvan ên kurd girêdayî pirsgirêkên navxweyî yên PKKê be.

Pirs: Bi dîtina we ev bûyera terorkirinê wê bandorê li ser gotûbêjên aştiyê bike?

Remzî Kartal: Gotûbêjên aştiyê rasterast ji aliyê birêz Abdullah Ocalan tên birêvebirin, ji ber ku ew karakterê sereke ye di vê meseleyê de. Ocalan biryar dide gotûbêj ber bi kû ve diçin. Lewma di cih de nabînim niha daxuyaniyan di vî alî de bidim.

Lê niha Kurd pir aciz in û hinek ji wan daxwaza tolhildanê dikin

Ev reaksyoneke asayî ye, lê nabe em vê yekê weke reaksyoneke psîkolojîk werbigirin. Lê divê em wê weke reaksyoneke siyasî ya vê bûyerê bibînin. Eger em berê xwe bidin aliyê siyasî yê vê bûyerê, aliyekî girêdayî jinê ye, ji ber ku sê jinên çalakvan ên kurd hatin kuştin. Di heman demê de aliyekî wê yê civakî û neteweyî jî heye. Ew çalakvanên jin ji bo çareseriya doza jinan û doza civakî û neteweyî xebat dikirin. Lewma divê hemû reaksyon wiha bên şîrovekirin ku em dixwazin di wan hersê dozan de ber bi pêş ve herin: Xebat ji bo azadiya jinan û doza neteweyî û azadiya civakî. Lewma jî em berdewam dibin li ser xebatê ji bo pêkanîna armancên qurbaniyan. Bi vî awayî hewldana tolhildanê tê wateya nehiştina wê sîstema ku mafên kurdan înkar dike û zordariyê li miletê me dike.

Li gor zanyariyên we, Sakîne Cansiz tevlî gotûbêjên Osloyê bû?*

Nexêr, ev ne rast e. Medyaya tirkî zanyariyên çewt belav dike. Herwiha di danûstandinên vê dawiyê de jî rola wê nebû.

Nêrîna we çi ye li hember daxuyaniya serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan û cîgirê serokê AKPê Huseyîn Çelîk, ku gotin dibe ku ev bûyer hevrikiyeke navxweyî ya PKKê be?

Piştî bûyerê bi demeke kin Huseyîn Çelîk bi şîroveya xwe daxuyaniyeke wisa da, ku hêvî dikim jixwe daxuyaniya wî be. Lê rastiyê nîşan nade. Bêguman daxuyaniya Çelîk rê vekir li ber mezinbûna gumanên Kurdan li hember rola AKPê di wê bûyerê de. Ji ber ku daxuyaniya Çelîk tenê çend xulekan piştî bûyerê hat. Weke aliyê kurdî bendewariya me ji bo gotûbêjên Îmraliyê zêdetir bû ku AKP rêyeke rastbîntir bide ber xwe derbarê tevgera ligel bûyera kuştina wan hevrêyên me. Bi piştrastî gellek guman li ba me çêbûn. Bi vê daxuyaniya Huseyîn Çelîk gumanên mezintir jî derketin holê: Gelo ev bû pêşveçûna hikûmetê di gotûbêjên Îmraliyê de?

Hûn gumanan nakin ku destê bizava Fethullah Gulen jî di vê bûyerê de hebe?

Hê jî belgeyên me nînin ku vê yekî îspat bikin. Tenê em ewqasî dizanin ku medyaya nêzîkî bizava Gulen bi vê bûyerê kêfxweş e. Wan bi vê helkeftê cejn gerandin.

Gelo rast e Sakine Cansiz bi niyet bû roja ku tê de hat kuştin here bajarê Brukselê?

Ev senaryoyeke ku ji aliyê medyaya tirkî ve hatiye hûnandin. Li gor zanyariyên me, Sakine û Leyla Şaylemez, ku yek ji qurbaniyan bû, bi niyet bûn herin Almanyayê. Lê medyaya tirkî got bûyerê nêzîkî Gare du Nord (rawestgeha trênê ya bakurê Parîsê) rû da, ku trêna Brukselê jî ji wir diçe. Medyayê ev senaryo hûna.

Gelo tenê daxuyaniya AKPê bes bû ku bike Kurd gumanan bikin ku AKPê gumanbara sereke ye?

Erê, bêguman daxuyaniya AKPê rastiyê berevajî dike û gumaneke wisa çêdike. Bi rastî vê yekê gumanên mezin çêkir. Daxuyaniyên berê yên hikûmeta AKPê pêk tên ji guherîna bûyeran ji bo senaryoyên cihêreng. Ev di dirêjiya deh salên borî de hatiye bikaranîn. Di demekê de ku gotûbêjên aştiyê jî li holê ne, AKP dubare senaryoyên şikestî yên berê bikar tîne ji bo gunehbarkirina PKKê. Ev dike ku gumanên me li hember daxwazên AKPê hebin. Di baweriya me de, eger em bixwazin proseya aştiyê here serî, divê AKP helwestekê nîşan bide ji bo ronîkirina rastiya bûyerê. Yanî eşkerekirina wê yekê ka kujer kî ne û destê kê di vê bûyerê de heye. Yek ji kêşeyên bingehîn jî yekemîn daxuyanî ye, ji ber ku wê demê hê jî zelal nebûye çi rû daye. Duyem jî, daxuyaniyê rêxistina me gunehbar kir, ev jî kêşeyeke cidî ye, ji ber ku rastiyê dinuximîne.

Nerîna min :