Li gel Malbata Yildiz Koluman
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Malbata Yildiz Koluman hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S A : Wun karin bahsa mêrexwe, Musa Koluman bikin, ew çi kari dikir û bi çi awayî girtin birin ?
Buyêr 12 temuze 1997 li Bismil diqewime.
Em malbatek gundîbun, li gundê Başmelu diman, gund sîh xanebu, mêremin Musa Koluman şivantiya pezan dikir û diçu ber pezên gundîyan, bi vî away me debaraxwe dikir.
Mêremin di salêda, sê çar caran diçu qeza Bismil, ezjî carna pêra diçum, jibo lazmatiya malê, tişt ji malêre em diçûn ji bajêr dikirin.
Ew car ez neçubum, jiber ku ez bivê keça xwe bihemlebum, Musa bi tenê çubu qeza Bismil û wexta mêremin li çarçiyê derbas dibe, erebeyek spî li ber disekine, li gor xelk û dikanciyên çarçiyê, ew her çar kesên di ereba spîda, bi silêh û di destên wande telsiz hebuyê, ku ew kes, polisên sivil ên dewletê bixwebun û wî bi zorê digrin tixin erebaxwe, mêremin Musa ji nav bajêr li hafa xelkên bajêr wî direvinin diçin û ji hingada me tu xeber jê nêstandiye.
Me muracate emniyête, qereqola leşkeri, savci û qeymeqam kir, ewjî gişt înkarkirin û jimera gotin me mêrete nebiriye, negirtiye û nerevandiye, em çun Diyarbekir, komela mafên mirovan, jiwan alikari xwest jibo pêydakirina mêremin, berpirsên komelêjî, çi ji destên wan hat kirin, dikin, lê li komela mafên mirovan ên Diyarbekir, malbatên ên wekeme ku li xwediyên xwe û kujerên xwediyênxwe digerin gelekin.
Ez ji dewlete ku mêremin revandine dixwazim, saxbe bila berdin û ku kuştibinjî, ez ji wan ciyê lê veşartine, bila bêjin û ezê hestiyên wî binîm gunde xwe qe’nebe bila mezlekî wî çêbibe û weke her kesî ez û zarukên xwejî herin ser mezlewî bibînin…
S A : mesajekî we ku wun bixwazin bejin heye ?
Min bavê xwe nedît,wexta bavêmin li Bismil revandin ez hinga di zikê diya xwede benc mehîbum, hinek însanên nebaş min ji şewqeta bavêmin mahrum kirin, ez heroj li wêneyên bavê xwe dinerim, gava her cara li wêneyên bavê xwe dinerim, ji xwere dipêyîvim gelo bavêmin însanek çawabu di serêxwede di pirsim.
Difikirim û ez gava havalên xwey der û dor dibînim ku ew bi bavên xwere dimeşin, xeberdidin û bi hev şâd dibin dilêmin gelek zîz dibe, dêşe û ez dikevim haletek nebaş û pirtir beriya bavê xwe dikim, paşî, bixwe, bixwe, hêvî di serê xwede çedikim, ew kesen bavêmin revandine, ewê rojek bavêmin berdin û bavêmin ewê were malê, ezêjî hinga bi bavê xwere rûken, bi dil xweşî şâh bibim û hesretawî îdi nekşînim ji xwere xeyala çedikim, gelo ew însanên xirab çima bavêmin revand, ma me çikiribu bavêmin ji min standin, ez dixwazim wun ji herkesire bejin, bila însanên baş alikariyame bikin, ew kesê bavêmin revandiye bila bavêmin ji destên wan xilas bikin û wan însanên xirab ceza bikin, ku carekîdin bavê tu kesekîdin nervinîn û tu zarukekî din wek min bê bavitî xwe nebîne, bê bavitî gelek dijware…
Yildiz Koluman nama xwe dixûne, li gel Av. Muharrem ERBEY serokê şaxa IHD Amedê, Muharrem Erbey, ev serê sê sale di zindana Amedê’da girtîye, dewleta Tirk, ji ber çalakîyên wî demokratik û hêja gelek acizdibu…
(Yildiz Koluman, qiza Musa Koluman, wexta min vê pirse jêkir, ew bi emrên xwe dozde sali bu)
Suayip Adlig
Bismil, 27 nisan 2009