Polîtîk

Leyla Zana ji Ewrupayê re name şand

 

Parlementera Amedê Leyla Zana, ji rêber, siyasetmedar û şexsiyetên ku xelata Sakharov wergirtine re, ku bi xwe jî layiqa vê xelatê hatibû dîtin, nameyek şand. Zana, di nameya xwe de, ji bo ku çalakiya greva birçîbûnê bi lihevhatinekê bi dawî bibe, ji wan kesayetan piştgirî xwest.  

Parlementera Serbixwe a Amedê Zana, di nav de ku Serokê Parlemena Ewrupa Martin Schulz jî heye, ji Sekreterê Gişt yê Konseya Ewrupa Thorjorn Jaglang, Berpirsyarê ji Berfirehiyê yê Komisyona Ewrupa Stefan Fule, Berpirsyarê ji Mafê Mirovan yê Komisyona Ewrupa Nils Muiznieks û gellek kesayetên din re nameyek şand. 

Zana, di nameya xwe de aniye ziman ku, ji bo ku grevên birçîbûnê bê mirin bi dawî bibin, qasî ku berpirsyarî dikeve ser milên rayagiştiya hestyar a Tirkiyê, berpirsyariya girîng a ku dikeve ser milên rayagiştî a navneteweyî jî heye. 

Leyla Zana, di nameya xwe de îfade kiriye ku, çirkeka me a ku em karibin wenda bikin jî nemaye û ez ji dil bawer dikim ku, ji bo ku hûn, mirina xortekî ji gelê min be jî asteng bikin, hûnê berpirsyariya xwe cîh bînin û otorîterên Tirkiyê teşwîk bikin ku, li gorî pîvanên peymanên navneteweyî gava bavêjin û dest bi mizakere û diyalogan bikin. 

Zana, di nameya xwe de bal kişandiye ser grevên birçîbûnê yên salên 1980 û 2000 î û bibîrxistiye ku, di ev çalakiyan de, ji ber midaxeleya hêzên dewletê gellek kesa jiyana xwe wenda kirin û ji girtiyan gellek jî seqet man.    

 

Back to top button