Qetilîyama Dewleta Tirk bê cezamayin-4
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Zengîn hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S A : Wun karin bahsa buyera hatiye serê merêwe, serê we û malbatawe bikin ?
Ciyê buyerê bajarê Mersin, 17 adar 1995, merêmin Abdulmenaf zengin karkerekî şantiyê bu, me jibo debara xwe bikin, ji Batman’e hatibun Mersine, ez wê demê bihemlebum.
Êvarekî, timên emniyeta Mersine avetin ser malame û merêmin Abdulmenaf jimalê birin xistin kerekolê, sê roj bi şûnde gazimekirin û gotin ku Abdulmenaf xwe kuştiye, werin cenaze Abdulmenaf bibin. Wexta min çu cenazê merê xwe ji kerekole anî ku hemu laşewîda derbên lêdan û îşkencêda reş, mor û birîndarbûye ku merêmin Abdulmenaf bi lêdanê kuştine.
Min rabu li wan dawê vekir, ewjî dest pêkirin, min bikuştine tehdît kirin, lê min dev ji wan û dawa xwe berneda, hatin minjî girtin, di girtîgehêda ez welidim û kurekî din jiminre çêbu, ez hê di girtîgehêdabum, navêwî danim Mazlum Pîr Zengin, ew vega ketiye 15 saliya xwe. Sê kurêmin hene, Yek Cûwan 18 saliye û Hebûn jî 16 saliye.
Mermin Abdulmenaf zengîn di xortaniya xweda, wexta diçu xwêndina lise, bi hevalên xwere pêşdariya çalakiyên sivil ên demokratik dikir, jibo heq û mafên gelê kurd, 12 îlone 1980 derba leşkeri çêbu û bi sala liserme hukum kir, hinga Abdulmenaf girtin 7 sala ceza dabune wî, ev dewleta Tirk, hê wê demê, wî ji mafên xwendevaniyêjî bêpar kiribun û pişrejî wî bê jiyankirin.
S A : Wê çaxê wun bixwejî genc bun, we çi dikir ?
Ez bixwejî gelek çalakbum, hingajî hemu şexsiyetên malbatamin însanên pêşverû, gelek demokratbum û ez bi xwejî bi malbata xwere di çalakiyên sivil û demokratikte cîh di girtin, bavêmin û her çar birayemin hatin zindankirin, birayekîmin Abdullah 36 sal ceza danê wî, ew wa 15 sale girtiye û vegajî li girtîgeha Kocaeli – Li Kandira daye. Du birayêmin û jina birayêmin 1999 hatin qetilkirin, gelek insanênmeyî kurd hatin qetilkirin, gelek gundên me şewitandin û Ji ber şideta dewlet Tirk gelek însanên me bi herderive koçberbun û ji mal, gund û bajarên xwe derketin, hinek çûn bajarên wek Istanbul, Izmir, Adana û Mersine, hinekjî reviyan Avrupa û hinekjî tu reyekî makultir neditîn li dij şideta xedar rabun, serî hildan û çûn derketin serê çiyan.
Ez hê wê demê, emrêmin biçuk bu, 12 îlone 1980 jibo heq û huquqên gelê xwe kurda diçum çalakiyan, wek civîn, meş û belavok belakirine, dewleta Tirk min 3 meh xistin girtîgehê û îrojî bi sedan zarukên biçûk, bi hezaran însanên demokrat di zindanandane.
Di sala 1984 cardin min girtin û 12 meh di girtîgeha Diyarbekir’dejî mabum û piştrejî Di sala 1988 jî li hepsa bajarê Siirt’e girtî mam û di xelasiya zindanîyaminde, ji alîyê Walîyê wê demê Hayri Kozakçioglu, sê mehjî min şandibun cezayê surgunê, li Örenköy mam – li mintiqa bajare Izmir’eye.
S A : Mesajeki wêy dawi heye, jibo pêşerojê, wun dixwazin tiştekî bibejin ?
Remziye Zengin : Min merêxwe, birayê xwe, apê zarukên xwe, xalê zarukên xwe hindakir û iro em koçber, li xeribîyê bitna serê xwe di rewşek gelek xeteriyêde ez û zarukên xwe zor zahmet jiyan dikin.
Ev şideta li serme û gelême bila bisekine.
Emjî mirovin, ev qetilîyama ku jiyaname qut kir, bi inkari, wahşetî, bi derewîn li serme hate kirin, meşandin û tê kirin, ewê kî hesabên wan bide, me li pey hev bedelên mezin da, em bi her cureyî sewî man, gelo ka ew êdaleta rast rojekî were, ewên wek me ku ji destên zilmê bedel dan, ka kinge ew êdalet li du van pirsa bikêve û hesaban ji van karinên qatilan bixwaze ?
Bila zarukên beyî bê bav, bê evîn û ji xweş jiyanê bêpar nemînin, wek her zarukên cihanêde di azadîyêde aram bijîn…
Min hê dev ji dawa merê xwe Abdulmenaf Zengin bernedaye û heta hetayê ezê dozawî bi şopînim û min dosyawî daye parezvanxwe, Eren keskin, ewjî dosya merêmin şandiyê, Mahkema Avrupa en mafên mirovan…
Suayip Adlig