Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 16

 

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata M.Şirin Mentaş  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.                                                                     


S A : Wun karin bahsa mêre xwe Adil û malbata xwe bikin ?


Hamide Mintaş
:

Buyer miha 11 1991, li çiyayê spî, mintiqa Qulpe şerek dijwar di navbera gêrila û leşkerande çêbubu, gelek însan miribun, leşker kuştîye xwe biribun 13 hepjî gêrila miribun û cesedên wan li wir mabun, xelkê Qulpi wexta pê hesiyan, ji hezari zêde insan bi hevre çûn çiyayê spî bo ceseden geriyan bînin û 13 ceseden gêrilayan dîtin anin, Xelk hê di rêda wexta tên Qulpê.

Leşkerên devleta Tirk davêje pêşiya xelkê û wan gulebaran dike, heşt xelkên sivil dimrin û gelek kes jî ji derbên silehên leşkeran birindar dibin, xelkên sivil bê mudafa ji tirsa ruhê xwe, jibo xwe ji mirine xelasbike bi herdeverire bazdide, lê ên ku birindar bubun û nikaribun birevin di cida mabun, leşker wan girtin xistin cemsa û birin. Hinga merêminjî, di nav xelkên sivilde, jiber birindariya çoka xwe nikaribu bireviya, ewjî girtibun.

Me çu karakolê pirsi, gotin herin nexweşxanê, em çun nexweşxanê pirsin mêremin Adil ne di nav birindaradayê, wî bi birindari biribun karakolê, li wir kuştubun û piştre şandibun xistibun oda cemedkiri (morgê )…

Xezurêmin û xesûyamin, ji meraq, derd, kûl û qahra kurê xwey Adil, rewşawan ro bi ro xirabu. Ewilî her du ji çavan korbun û irojî li ber nefesa xweyê dawîne jibo mirine…

Em hemu malbat, ji mirina Adil ketin rewşeke gelek xirab, tu kesek alikariyame nekir û heqê kuştina Adil, ji zilma dewleta Tirk kes ne pirsi, jiber vê rewşa xirap me xwe tenê dît û em tev bi ruhê xwe bê hêvîbun…
Min, mêremin Adil, du kur û keçekeme heye.

S A : Mesajekî we ku wun dixwazin bejin heye ?

Ez ji herkesire bang dikim, bila werin bi hewarameve, piştî kuştina mêremin Adil Mintaş, em ketin rewşek gelek xerap û jiyana malbatame bi vê zilma qirêj, jiyana hemu malbatame xistin vê reşiyê, ji mirinejî xiraptirkirin, bila dewleta Tirk hesabên van tahribata, zilma kirî bide; bila ev zilma lime dibe be sekinandin, bese îdi ev tehdît, kuştin, girtina kurda û înkarkirina mafême kurda…

Suayip Adlig

Li Bismil, 27 nisan 2009

Back to top button