Nêçîrvan Barzanî: Em nêzikî serxwebûnê ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna ligel kovara Time de behsa Tirkiye û peywendiyên ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî dike. Herwiha behsa egera dirûstbûna dewleta kurdî û bandora wê ya li ser kurdên li Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê jî dike.

Time: Ez wisa têgihiştim ku, dema cara yekemîn we eşkere dikir ku Kurdistan wê bi xwe petrolê derbêxe û bişîne derve, kenê xelkê bi we dihat. Raste?

Nêçîrvan Barzanî: Ev raste (Bi pêkenîn…) Me bi projeyên biçûk dest pê kir. Bi kompaniyên biçûk. Armanca min ew e ku timî giliyê wê yekê ji me dihat kirin ku kompaniyên biçûk tên, lê niha kompaniyên mezin ên wekî Exxon Mobil, Shevron û Total Gazprom hene. Rewş pir guheriye. Heta niha rêjeya giştî ya berhemanînê 15 milyar dolar e, bihayê 15 milyar dolar li vî welatî tê berhemanîn. Ev pêşveçûnekî pir mezine. Lê bêgûman hê rêyek dirêj li pêş me ye, ev ne her tişteke. Çawa be kompaniya yekemîn a me ligel dest bi kar kirî, kompaniya DNO ya Norveçî bû. Bêguman ji despêkê ve pirsgirêkek mezin derbarê kesayetiya min de hebû, ez dihatim tometbarkirin ku qaşo qezenc tenê ji bo min e û çîrokên bi vî awayî. Lê ez mikur bûm, min tometbarî dan aliyekî û em li ser rêya xwe berdewam bûn.

Time: Amerîka li dijî sîstema veguhestina petrolê ya ji bo Tirkiyê ye, ji ber wekî metirsiya li ser yekparçebûna Iraqê dizane. Hûn di wê baweriyê de ne ku avakirina sîstema boriya petrolê gef be li ser yekparçetiya Iraqê?

Nêçîrvan Barzanî: Ev nukte (heneg) ye, nexêr di rastiya xwe ev gotin pêkenîne. Berî her tiştî siyaseta Tirkiyê ligel her kesê vekirî û eşkere ye. Siyaseta Tirkiyê bi her awayî li dijî serxwebûna kurda ye, armanca min ew e ku her tişt li ber çave. Ev çarenivîsa me ye. Tirkiye timî xwediyê wê hêz û deshilatê ye ku çi dema bixwaze, dikare me rawestîne. Ez bi keyfxweşî berevajî vê yekê dibêjim. Tişta gefê li yekparçetiya Iraqê dike, kiryarên Nûrî Malikî yên li Bexdayê ne. Malikî dixwaze van gotegotan li dijî me bikarbêne. Me dergehekî hêviye heye û ew jî Tirkiye ye. Ger ew dergeh jî bê girtin, zehmete em guh bidin Bexdayê. Wê demê em tiştekê dikin ku berjewendiyê wan hemûyan bixîn metirsiyê ku cihê giringiya wan e.

Time: Gelo ev ne nelihevkirineke ku hûn bawerî û hêviya xwe bi Tirkiyê ve girê didin, tevî ku di demên borî de çend bi xirabî mamele ligel kurdan kirî?

Nêçîrvan Barzanî: Rewş li Tirkiyê hatiye guhertin. Hevkêşe sade ye, pêwîstiya Tirkiyê bi tiştekê heye ku niyetî û pêwîstiya me jî bi çend tiştan heye ku di niyeta me de heye. Ev jihevtêgihiştina herdu aliyan e. Ti peywendî bi siyasetê ve nîne. Belkî mijarekî aborî ye. Ew û em jî dixwazin pêşketin çêbibin. Ji ber Tirkiye ji bo me dewletekî pir giring e. Bêguman ger bi rêya hemahengiya aborî ve bikarîn peywendiyên xwe ber bi pêş ve bibin, bi mîsogerî em xemsariyê nakin.

Time: Ligel hikûmeta Iraqê we hêjmareke zêde ya hêzên çekdarî li navçeyên cihê nakokiyan kom kiriye, hûn di wê baweriyê de ne ku ber bi şer ve biçe?

Nêçîrvan Barzanî: Raste çekdarên herdu aliyan nêzî hev in, lê rê bidin ku vê yekê bi awayekî din şîrove bikim. Mixabin Nûrî Malikî dixwaze li wan navçeyan aloziyan dirûst bike. Me şanda xwe ji bo Bexdayê şand. Daxwaznameyekî 14 xalî ligel wan bû. Hem hêzên me yên çekdarî û hem jî aliyê Iraqê jî li ser hemfikir bûn. Em bi wê yekê jî keyfxweş bûn ew daxwazname bibe rêkeftin û pirsgirêk wê bê çareserkirin. Dema em çûn gel Malikî, wî hemû xal red kir. Pirs ew e ku gelo Malikî dixwaze pirsgirêkan bi çi rêyekê çareser bike? Tişta ligel me diyar ew e ku dixwaze nakokiyan bi hêzê çareser bike. Navçeyên ku wekî navçeyên pirsgirêk li ser hatine naskirin, ji bo hikûmeta Herêma Kurdistan û gelê Kurdistanê navçeyên pir hestyar in. Dema em li ser 14 xalan rêkeftibûn, lê Malikî red kir. Em nizanin bi çi rêyê jihevtêgihiştinê dirûst bikin. Lê bêguman em li benda rûdana bûyerên bi vî awayî ne. Me dizanî ku piştî vekêşîna hêzên Amerîka, wê rewş bê guhertin û ev jî li Iraqê asayiye. Amerîkî hatin Iraqê, mesrefekî zêde xerc kirin û gelek qurbanî dan. Lê piştre kilîl dan destê kesekî din.

Time: Gelo kilît daye destê Îranê?

Nêçîrvan Barzanî: Min got, ‘hinekên din’ (dikene); her çi girift û kêşe hebû li pey xwe hêşt. Ez dipirsim Amerîka ji bo çi hat? Sedemê hatina Amerîkayê çi bû? Ger armanc tenê ew bû ku kilîta deriyê Iraqê bide destê kesên ne-Iraqî, çima hatin? Ji bo çi? Bi rastî jî ji bo Amerîkayê vana hemû pirsyarên girîng in. Ji ber ku ji rewş û pêvajoya heyî berpirsyariya Amerîkayê jî heye. Diviyabû di çareserkirina pirsgirêkan de hevkar baya. Digel ku bi xwe jî dizanibû ku dê ev pirsgirêkana di dahatû de gurrtir û kûrtir bibin. Niha Bexda çawa tevdigere û çi daye ber xwe? Bexda hewl dide û dipê ku xwe bihêztir û navendîtir bike; heke ez ne zelaltir qala Malîkî jî bikim ew niha li benda balafirên şer ên cor F16 û tankên cor M1 e. Dixwaze xwe bi çekên giran biale û piştre were bi me re rûbine. Bi vî awayî dixwaze ya dilê xwe bi ser me de bisepîne, her core sepandin pirgirêkan li pey tîne. Divê di navbera aliyan de lihevhatin û rêkeftin hebin, em ji bo rêkeftinê amade ne. Ji ber ku em dizanin pirsgirêk û nakokî bi pêşbirka bihêz-lawaz nagihêjin çareseriyê. Divê her dû alî ji bo lihevhatin û rêkeftinê amade bin, em wekî aliyê Hikûmeta Herêmê Kurdistanê ji bo diyalog, gotûbêj û hevdutêgihiştinê amade ne.

Time: Li gorî we wê roj bê ku êdî hûn bêjin tu aliyekî Malîkî nayê qebûlkirin û hûn xwe serxwebûna Kurdistanê rabigihînin?

Nêçîrvan Barzanî: Iraq xwedan makeqanûn e. Hewla me ew e ku hêvî û baweriya me her ji bo makeqanûnê hebe. Bêguman ger rojekê hêviya me ji makeqanûnê nemîne, alternatîf û çareseriyên din ên me hene.

Time: Ti pêwendiyên we û Tirkiye de hebûna PKK’ê nexweşî ji bo we, ji bo Tirkiyeyê yan jî ji bo PKK’ê çêdike yan na?

Nêçîrvan Barzanî: Têkildarê PKK’ê divê Tirkiye vê yekê têbigihêje; pirsa PKK’ê pirseke siyasî ye. Bi rê û rêbazên serbazî û leşkerî çareser nabe. Divê bi vînekê/îradeyekê siyasî mesele bê çareserkirin. Em bi berdewamî vê meseleyê bi rayedarên Tirkiyeyê re gotûbêj dikin. Herwiha her tim em dibêjin ji bo mesele bi rê û rêbazên siyasî çareser bibe, em amade ne rola xwe bilîzin û berpirsyariya dikeve ser milê me pêk bînin.

Time: Pênc salê berê we xeyal dikir ku hûn li Hewlêrê pêşwaziya serkirdeyên cîhanê bikin? Her wiha Kurdistan jî bi vî awayî bibe herêmeke serbixwe?

Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî pênc sal berî niha hinek zehmet bû mirov vê yekê xeyal bike. Ji ber ku tê bîra min hingê, nemaze Tirkiyeyê 200 hezar leşkerên xwe anîbûn ser tixûb. Em gef li me dixwazrin ku dê têkevin vir. Li şûna vê yekê niha tenê Herêma Kurdistanê bazirganiyeke bi qasî 8 milyar dolaran digel Tirkiyeyê heye û gelek şirketên mezin ên Tirkiyeyê li vir kar dikin. Ji bo vekirina Balafirxaneya Hewlêrê Serokwezîr Erdogan serdana vir kir. Ev guherîneke mezin e. Bi rastî jî di pêwendiyên me û Tirkiyeyê de pêşkeftineke pir mezin heye.

Time: Bi baweriya we gelo kurd ji berê zêdetir nêzîkî serxwebûna Kurdistanê bûne?

Nêçîrvan Barzanî: Belê, ez bawer im niha keys û firsendeke me ya gelekî baş heye. Lê belê gelek astengî jî li pêşberî me hene. Gelo em çawa dikarin – mebesta min ji bo Kurdistaneke serbixwe – berî hertiştî bi kêmanî em çawa dikarin welatekê li dora xwe qane û serwext bikin? Bêyî ku em wan qane bikin em nikarin serxwebûnê bi dest bînin. Li vî cihê girtî divê hêzeka mezin qane/îqna bibe ku piştgiriya vê yekê bike, di asta navneteweyî de jî divê hêzeke mezin piştgirî bide serxwebûna Kurdistanê. Tişta ku niha pêdiviya me pê heye ew e ku em ji aliyê aborî ve li nav Iraqê serxwebûna xwe bi dest bîne. Gef û hereşeya herî mezin li ser yekîtiya Iraqê Serokwezîr Nûrî Malikî ye. Ji ber ku Serokwezîr Malikî yekdestî û wekî takdeshilat tevdigere.. Ev nêzîkatî ji çareserkirina kêşe û girêftên Iraqê re nabe alîkar. Tenê fikar û dilgiraniya Kurdan ji Malîkî tune, bi heman awayî Şîa, Sûne û Turkmen jî ji van tevgerên Malîkî dilgiran in, hemû alî heman metirsiyê di şêwazê deshilatdariya Malîkî de dibînin. (Rûdaw)

 

Nerîna min :