Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin –14

                                                                        
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Pîroz Anik hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 

S A : Wun karin bahsa xuşka xwe Bişeng bikin, leşker, polis ew çawa girtin birin û çawa kuştin ?

Pîroz Anik
:

23 adare, Sala 1992 êvarki bu, xwuşkamin Bişeng hê ji dibistane hatibu malê, ew 17 saliya xwedabu û diçû liseyê; serleşker bi tevi gelek leşekerên xwe, polis, milisên xwe sivil avetin ser malame û malên ên mahalê.

Li malanme livînênme tevî anin xware û pêlavên xwey qirêj, liser merşik û livînênme diçûn dihatin, çêrên pis bime dikirin û lime dan, xuşkamin Bişeng 17 sali biwanre xeyidî, lêgerina xwebikin û derkevin jimalame, ji wan re got heqê we tine lime bixin, wûn çima çêr û gotin bime dikin ew ji xuşkamin pir acizbun, li xuşkamin dan, Bişeng, ewêjî dengên xwe bilindkirli hember wan,  ew bi pora xuşkamin hişk girtin, bi zorê xuşkamin jimale birin û çûn.

Benc roj bi şûnda, hatin jiminre gotin ku, xûşka te, bi tivîngê di bin çavande, xwe kuştiye, werin terme xuşka xwe bibin.
Me çû xwûşka xwe Bişeng, di bin çavande ji kerekolê kuştî anî malê.

Cilên wê tev qetandîbun, li ser singa we bi dêhan ciye şêwata cigaran hebu, her derî laşewê ji lêdanan îşkence sor, reş, mor û bi muamelayek gelek xerab bi eyalê wê mameleyên xirab kiribun…

Me Avukat girt, li wan dawê vekir, got çawa çêdibe ku ev keçik di zindana weda, bi Tivinga we karibe xwe bikuje dilekçe da, lê heta vêga me tu neticeyek, ji mahkemên Tirka negirtiye, hesabe vê qetiliyame nihatiye lêkolinkirin û perpirsên vê zulme, nahatine mahkemekirin. Bi serdajî, gelek cara hatine min bi kuştine tehdît kirin, gotin tu dev ji vê dawê bernedi, aqibeta we gişka, ewê weke xuşka tebe…

S A : Mesajekî wey dawî ku wun dixwazin bêjin heye ?

Jiber ku min dawê li wan vekirîye, lii dû lêgerina edaletek rast, ez kujerê xûşka xwe Bişeng digerim, dixwazim ew ben girtin, mahkeme kirin û kujer bê ceza neminin…

Ez ji dewleta Tirk, jiber bê huquqîyên wan ku heta vega, ewkas sale, dengênxwe, çavênxwe û gohênxwe girtine bila ew werin li ser mezelên xwuşkamin Bişeng û jime kurdare efûyaxwe bixwazin…

Ez heta saxbim li vê dinyayê, ji vê dawa xuşka xwey Bişêng bernadim…

Suayip Adlig

 

16 heziran 2009 / li bajare Şirnak

Back to top button