Rastîya me eve
Her kes pêwîste resen û keseyyata xwera xwedî derkeve, çi rewşêda dibe bila bibe peywirdare, deyndare wê biparêze.
Kesên ku nikarin resen û keseyyata xwe biparêzin yê welat û netewa xwe çawa biparêzin an jî temsîl bikin.
Mirovên têgêhîştî û bi sîyanet tu dem naşkên lewra xwedan keseyat û resenin. Gel, cîvak hertim ji bo pêşerojê hewceyî keseyyatên têgêhîştîye, lewra qedera xwe dispêre wan.
Gelê nezan bê perwerde bê rêk û pêke, nuxsê demê bêkenîyê dîrokêye. Hertim qismetê wî koletî û rûreşîye. Li bin bandoranda jîyaneke erzan û qirêj, dijwar didomîne, dîlê cîvakane (gelane), koleyê dîrokêne.
Gelê nezan kevneşop û bê fehme, pêşê wî, karê wî muxenetîye. Ji muxenetîyê jî îxaneteke bê hempa ne wekilandî, xedarî pêşda tê. Mirovên ji demê paşda mayî derbê giran û xedar li hevdu dixin. Bi giştî jîyaneke bê wete, emrekî rezîl derbaz dikin, li ser toreyên kevn, klasîk radiwestin (kevneşopî, tayfeperestî, êlperestî, qewmperestî, tolhildan, kîn, dujmintayî, olperestî, hev begemnekirin), pêşeroj çî tişte nafikirin, jîyana rojane a erzan ra, bê weta ra zû qaîl dibin. Ji bo jîyaneke sivik, wedelî ra her tiştîra amadene, îxanetê ra jî.
Îxanet dojeha sîyanetêye, vemirandina, tunekirina wîcdan û azayêye. Cîyê ku lê wîcdan, sîyanet tune îxanet ser dikeve. Civaka ku lê îxanet hakîme nirxên mirovahîyê tên qerisandin û fetisandin. Îxanet kujerê (celadê) mirovên bi wîcdan bi şeref û têgêhîştîne. Ên ku îxanetê di nava xweda qebûl dikin ên nezan û kotîne. Ên şareza, maqûl û bi şeref zane tu dem îxanetê ne ku qebûl nakin, hertim dijî wê dimeşin.
Gelê nezan, cîvaka nezan hertim ji jîyana serkeftî serfîraz a bi rûmet, bi wate, bi rêz mehrûme, lewra kund û berdeste, ev, rewş mecalê nade ser keve, rewşeke xirab hemêz dike bi îxanetê nefesê destine, ji hestên netewî û ji hest û nirxên mirovahîyê gellekî dûr ketîye, lewma jî hertim mehkûmê tunekirinêye, demêra nikare bimeşe bê hêz û bê taqete nav îxaneta giştîda dihele, pêşeroja nezan û xizana tune, pêşeroj çiye dereqa vê yekêda ne raman dikin ne jî hewil didin xwe bugehirin, rewşê bugehirin. Îxaneta netewî pêşeroja gelan dukuje. Îxanet him jî yekbûna gelan ra tehlûkeye.
Yên nezan zû-zû hevdura îxanetê dikin, lê kund, bêkenî û bindestê gelanin. Qe hevdu fehm nakin, ne jî hevdu qebul nakin (napejrînin).
Gelê têgêhîştî zane, xwendî, bisavad pêşda dimeşe, her dem serbilind û azade, kubar û dilşade, bindestîyê qebûl nake sîyaneta gelêrî, resenê tu tiştîra naguhere, jîna bi rûmet hesdike. Koletîyêda rûmet û rêz mirîye. Gelê kole mirîyê zindîye.
Herêma meda cîvaka kurd jîyaneke bê rûmet û bê rêk û pêk didomîne. Vê cîvakêda bi demane îxanet hakîmîyê dike. Nezanetî bûye bela sere vî gelî, hevdu qebûl nekirin bûye nexaşî û derd ji bo mirovên kurd. Nava hevda her yek zane û serokeke. Weha heya dawîyê jîne nabe. An gerek bibî xelqperest li bin tesîranda bijî û bihelî, an jî gerek dijî nezanetîyê, koletîyê, îxanetê berxwedana giştî ava bikî.
Bo xatirê jîyana azad û pêserojê zarokên xwe bi ruhê netewî, bi nirxên netewî, bi zimanê dayîkê, bi dîrok û wêjeya netewî, bi dibistana netewî ku gel zarokên xwe perwerde bike yê ese jîyanêda ser keve û bibe xwedanê qedera xwe, bibe xwedanê pêşerojê. Pêşeroja gelan ji zarokên wan dest pêdive. Zarok temsîlvan û îfadekarê pêşeroja cîvak û gelanin.
Her mirov ê zane têgêhîştî bi resen ber dîrok, cîvak û mirovahîyê, li ber netew deyndar û peywirdare ku kar û xebatê bike. Ev berpirsîyarîya (mesûlyeta) bi şeref a lazim (pêwîst) îro dikeve li ser her mirovî yê ku xwe rastî jî kurd dihesbîne. Dem hat gêhîşt. Pêşeroja xwe em bi hev ra ava bikin, em ji hevra xwedî derkevin, rê nedin îxanetê, hevdu ra bibin teyax.
Em hîmê, bingeha pêşeroja bi rûmet li ser zanebûnê bi zanyarî berqerar bikin. Bila nifşen me yên hatî bi serbilindî, bi rûmet, bi sîyanet demêra bi zanetî bimeşin. Azad û serfîraz û jîr bijîn. Azadî îro zanebûnêva tê pivandinê, girêdayî yekbûnêye. Mirovên zane jîr û bi cesaretin. Cesaret jî koletîyê hesnake (qebul nake). Bê rastî pêşeroj tarî dimîne. Rastîya me, rewşa me duruma me eve.
Belê dibistana netewî zemîna perwerda bi rêk û pêke, rewşa gela duguhere. Bê dibistana netewî, bê perwerda netewî gel nagêhije, têkçûyîye, ruhê xelqperestîyêda tê perwerde kirin, ji ruhê netewî mehrûme, jîyanêda dikule. Zanebûna netewî yekbûna netewîra bi bawerî rê vedike. Yekbûn jî wesîla jîyana bi rûmet a azade.
Belê, erê ji bo ku gel têbigêhije jêra ese perwerdeya neteweyî pêwîste gelê kurd ji perwerdeya netewî mehrûm maye, lema jî bi sed salane tênagêhije, tê xapandin kevneşopîyêda tê vemirandin û rizandin. Bi demane li ser kevneşopîya klasîk biryar girtîye ji nûjenbûne, ji moderbûnê paşda (şunda) dimîne.
Gel dibistana netewîva, çapamenîya netewîva tê perwerde kirin û gîhandin. Gelê weha têkneçûyîye demêda tê pejirandin.
Tunebûna ruhê netewî hertim ji gel ra kêmasIya pêşda tîne, bobelata ra rê vedike. Ruhê netewî heja hundir (batîn) ê mirovane, heja mejûyê mirovane, mirov û gel hişîyar dike, jîyana bi rûmet ra digîhîne. Mixabin gelê kurdda ev ruh dereng hişîyar bû. Tunebûna ruhê netewî xwe nasnekirin û hevdu qebûl nekirine, xwe nasnekirin jî koletîyêda undabûne.
Mirov, gel ku xwe nasnake nikare xwe ji zulm-zorê, ji bandoran, ji bobelata, ji êrîşa biparêze, hêdî-hêdî berbi helandinêva dice, tu wext nikare xwe îfade bike.
Ruhê netewî zemîna yekbuna mirovan û gelane. Gelê xwe nasdike ê yekbuyî tu dem têknaçe, bi hêze û jirê. Me kurda ra ev hesta pîroz îro wek av û hewayê pêwîste, ji bo ku em serbest û bi sîyanet jîyana xwe bugeherin. Xwe naskirin serkeftine.
Ruhê netewî jî hestek evraye, ev rastîya jîyana bi rumete. Em peywirdarin jîyana bi rûmet azad ra xwedî derkevin.
Ji nezanetîyê dûr kevin, koletîyê , xelqperestîyê qebûl nekin. A eve rastîya me.
Peywira (wezîfa) me – em xwe gorî demê bugehirin bi zanebin, nirxên xwe netewîvra xwedî derkevin, zarokên xwe pêşerojeke serbestra amade bikin,bivine layiqî jîyaneke bi wate, balkêş û bi rûmet.
Gel beqî lawên xwe ên zane, têgêhîştî,bi şeref û mêrxas pêjda dimeşe digêhije qadên tewrebilind,xwe nasdike û xwe dide naskirin,her qadê jîyanêda xwe îfade dike. Xwe naskirin destpêka jîyana bi rûmet a bi şerefe…
A eve rastîya me… diplomata-kurdi.com
Barî Teyfûrî
[email protected]
16.VI.2011.