Polîtîk

Sedemê têkçûna rewşa saxlemiya Talebanî

Li  gor malpera erebî Îlaf ku, çavkaniyeke nêzîkî Celal Talebanî serokomarê Îraqê jê re eşkere kiriye, di dema civîna navbera Talebanî û serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî a teybet bi danan nexşerêyeke şareseriyê ji bo kirîza navbera Hewlêr û Bexdayê, minaqeşeke dijwar di navbera her du aliyan de çêbûye û ew yek jî bûye sedemê têkçûna rewşa saxlemiya serokomar Celal Talebanî.

Li gor wê çavkaniyê, di civînê de Taleabmî destpêşxeriyek (însiyatîv) ji bona çareserkirina rewşa aloza navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê pêşkeş kiriye û Nurî Malikî bi dijwarî dijî wê destpêşxeriya Talebanî derketiye û herêma Kurdistanê bi serhildana wê kirîza heye tawanbar kiriye, Malikî daxwaz ji serokomar kiriye ku, bi awayekî bêteref tevbigere û meseleyê bi aliyê netweya xwe de nebe û ji civînê derketiye.

Her li gor malpera Îlaf ku, agahiyên xwe ji çavkaniyeke nêzîk Celal Talebanî wergitine: “ Celal Talebanî gelek bi bersiva Malikî bilgiran bûye û piştî Malikî civîn bi cî hêlay, rewşa Talebanî têkçûye û rakirine nexweşxaneyê.

Back to top button