Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 12
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Riza Altun hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S.A : Wûn karin bahsa kurê xwe bikin, çi kâri dikir, ew kinge û bi çi awayî hat qetilkirin, beriya kuştina wî, ewî ji we re bahsa çi tiştekî kiribu ?
Dayika Cengiz ALTUN : Kuremin Cengiz, rojnemevanên yeni ülke bu. Li Batmane, xelk gelek jê hêsdikir, êw hêroj diçu buyerên ku diqêwimin dinivîsand û ji rojnama xwêra disand.
Wê deme li batmane roja ku şeş heft kes ne hatina kuştin tinebu.
Ez jibo kurê xwe gelek ditirsiyam, ew kuştinên rojane tirs bimin xistibu û wan roja her tim diriçifim, ji tirs kuştina kurêxwe.
Heftiyek berê kuştinawî ez her roj li ber digeriyam, jibo ku ew ji male dernekeve, neçe kâre xwe.
Wan rojan wextaku her sibehî jimale derdiket û nuqitibu diliemin weke ku ezê carekidin wî sax nebinim, li peywî hêtani serê kûçe diçûm, bo ku wî ji çûyina karêwîye rojnemavanî vegerinim.
Le êwî liberxwedida, weke hertim zoramin dibir, gelek bahsa kârê xwe dikir û jiminre digot dayo, divê ez harim kâre xwe bikim, kâremin ferze jibo mê hêmiyan û xwe jimin xilasdikir diçu biroya xwe, ezjî li pêywî li serê kuçê û min hêvi – duâ dikir ji xwêdaye dilovanre, jibona kurêmin hêvarê sax
û silamet wêre bigihîje male.
Û rojêki, 24 sibate sala 1992 sibeyî saet 9h45 da li sûke, nezikî ciye kârê wî, lihêmber camiya haci Şerin, ji aliyên çar kesa va bi 9 dêrbên demança bera danê, 7 derb ji paşva li piştawî dabun û du derbjî, ji pêşva li seriwî ketibun.
S A : Dayika Cengiz ALTUN
Divê navbera xeberdanê xweda Nefes sitandinawê girandibe, li ciyên dengên pêyve, dengên qûrina girine pêdikeve û ji çavên wê dilopên hestiran dibarin…
Bîstek digri, piştra hêstrên çave xwe bakiş kir û dirêj fikirî,
Limin rênt û wekeku beje ez dewam bikim..
.
DIYA CENGIZ ALTUN her roj di miqalên xweda bahsa gelek tişte ku wan roja li Batmane, li seransere hemu mintiqa kurda dibun û meselên gelên dinyaye ku dibu û qewûîmîbun bi heva girê dida û têkildar dikir û bahs dikir.
Ez qet jibirnakim, rojeki jiminre bahsa xelke Viyetnamiya kiribu û digot tu zani dayo çikas xelke Viyetnamiyan hatin kuştin, jibo wan teslim bikin û bêdeng bikin, bi sed hêzaran, bi miliyonan, nivê xelke Viyetnamiyan zede hatine kuştin, şewitandin, welatêwan giş xirakirin, le disajî gelê Viyetnami berxwedan, teslim nebun, wan nikaribun xilas bikin. Îrojî hemu gelê vîyetnami azadin, serbixwe û welatexwe avakirine.
Digo, dayo, em kurd jî, li Tirkiyê, ji 20 miliyonan zedetirin, kuştina kurd bi dehan, bi sedan û bi hezaranjî, ewê nikaribin me bi qedînin û teslim bistinin, em gelê kurd, xelkekî di hemu waranda bi kokin, dewlemend û li ser axa xwe şînbuyî tov girtiye, kurd kinge hebe ewê haqên xwe bistine û ser axa xwe weke her gelan ewê armiya xwe,azadiya xwe bistine digot.
S.ADLIG : Wê Jibo kuştina kurê xwe, çi pirs û mahkeme venekir ?
DIYA CENGIZ ALTUN : Belê, min li dewleta Tirka dâwê vêkir, ku ew kurêmin kuştine, le ew kabul nekirin, gotin me kurête, ne me kuştiye, lê jiber dewlet wî ne parastiye mahkeme biryar girt ku dewleta Tirkî 16 miliyar (8000€) pere dewlet tanzimat bide.
Min got ez perêwe naxwazim, bila perêwe jiwêrebe, ez jiwê her çar (4) kisasê kurê xwe, ji wê dixwazim, wan bigrin binin mahkême û bila mahkeme bibin. Min got, bila bersiv bidin, ji bo çi ? bi teşvika kî ? Bi nave kî ? û pişgiriya kî ew kuremin kuştine ? Bes bila pirs û hesaba van bidin, jibo her tişt vekiri, zelal û aşkere bibe.
Eger dewlet bi xwe qirêj nebuna, hevalê qatila nebûya û xwedî edaleteka rastbuna, ewê teklifa pera li me nekirina wê kujerên kurênmin bişopandana, lê nêhat şopandin, jiber vê yekêjî, ez ji vê dewlete, nê bawerim; ku desten dewlete bi xwe, di kuştina kuremin Cengiz Altun’de heye.
S.ADLIG : Mesajekî wey dawî, ku wun dixwazin bêjin heyê ?
Em gelê kurd, emjî insanin, em aramiyê û azadiyêk wek hev dixwazin.
Ma me çikiriye ? me bi wehaşeteke hewqas xirab canême jime distinin û dikujin.
Evkas kûştin, girtin, tehdît, zilm û me ji axa me bi zori didin koç kirine û dikin, hemu malbat bi awayek gelek xedar tixin nav xemgîni û hêjariye çima ?
Boçi ji vê zilmere kes denge xwe nake û bi hawariyameve nayê ?
Dinya çima çavên xwe û gohên xwe ji kuştina kurdanra girtiye û
bê deng sekiniye ?
Welatên avrupa û dinyayê, ka rahma wan, pişgiriya wan ? emelên wan ku jibo mirovatiyê dixwazin, jibo çi ji dewleta Tirkan, bihêzaran kuştinên kurda pirs û suala nakin ? û bixwejî bêdengin, gelo çima?
Wek her dayikek, ez dixwazim kisase kuremin bên girtin û mahkemekirin.
Bi hesten dayikek, ez dixwazim ku, êdi ne ti kes û zarukên mejî bes bêne kuştin.
Ez dixwazim her kes li welate xwe aram be, emjî wek her kesî li gund û bajarên xwe azad û bêtirs dixwazin bijîn.
Bangamin ji hemu xelken welatên bi adalet, ên bi ujdan, li diji hemu zilman ku diqewimin, li kur dibe û bila bibe, li hember bê edaletiye, zilm û şidête bi yek dengekî vekiri, bêdeng neminin, dengên xwe bilindkin; Ma ezê çi bejim, eviya erka her mirovîye jibo mirovatiye.
Suayip Adlig
Li Istanbul, 14 gulane 2009