Civak

Diza gewriya jinika ducanî birî

Tiştên sosret dibin, ji sosretan zêdetir karên qebehet dibin. Wek kiryara vî dizê ku gewriya jinika ducanî birrîye.
Li taxa Şekerxaneyê, li ser riya Şewkettokuşê, di balaxaneya Cevkirogluyê nimre 5 de, xanim Sevilya Cevikoglu li mala xwe rûniştibû û telefonê hin xizmên xwe dikir. Ha ku dît, va ye mêvanekî nenas li ber wê çik rawestiyaye.

Ducaniya pêncmehî bi dizê xwe re ket nava lecê, lê belê dizê xûtxirab hema bi kêra xwe demara gewriya jinikê birî û bi derbekê xwîn wek ava aşê avê jê herikî. Dema ew hêj li ser hişê xwe bû, telefonê malxweyê xwe kir da bi hewara wê ve were.

Mêrê wê Tahir bi bayê bezê çû malê û ew hilda, bir gehand Nweşxaneya Ozel Hayatê.

Doktor çendî ku pê ve lipikîn û xwestin ku wê xweş bikin, lê belê jinik ji ber wê derba xedar nehate filitandin.

Polis lêkolîna xwe li serê didomîne…

 
 

Rojeva Kurd

 

 

Back to top button