
Qesra Spî endamên Lijneya Aştiyê ya Xezzeyê (BOP) yên nû eşkere kir, ew di ji nûve vakirina Xezzayê û misogerkirina bêçekkirina Hamasê de berpirsîyarbin. Nûnêrên Tirkiye û Qeterê di nav vê komiteyê de cih digirin.
Daxuyanî her wiha bi hûrgilî diyar kir ku Dr. Elî Şa’ath dê berpirsiyarê Komîteya Neteweyî ya teknokratîk a ji bo Rêveberiya Xezzeyê (NCAG) be, ku dê “çavdêriya sererastkirina xizmetên giştî yên bingehîn, ji nû ve avakirina saziyên sivîl, û îstîqrara jiyana rojane li Xezzeyê bike, di heman demê de bingeha rêveberiyek demdirêj û xweser ava bike.”
BoP, ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump rola serokatiyê digire ser xwe, dê ji heft endamên damezrîner ên rêveber pêk were: Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio; Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff; Jared Kushner; Sir Tony Blair; Marc Rowan; Ajay Banga; û Robert Gabriel.
Daxuyaniyê her wiha piştrast kir ku nûnerê berê yê Rojhilata Navîn ê Neteweyên Yekbûyî Nickolay Mladenov dê wekî Nûnerê Bilind ê Xezzeyê roleke rêveberiyê “li ser erdê” bilîze û wekî girêdanek di navbera BoP û rêveberiya NCAG de kar bike.
Qesra Spî eşkere kir ku Hêzên Ewlekariya Neteweyî (ISF) dê ji aliyê General Major Jasper Jeffers ve werin fermandarkirin û dê “operasyonên ewlehiyê bi rê ve bibin, piştgiriyê bidin bêçekkirina berfireh û radestkirina ewle ya alîkariya mirovî û materyalên ji nû ve avakirinê gengaz bikin.”
Di daxuyaniyê de navên çend endamên Lijneya Rêveberiya Xezzeyê jî hene, ku berpirsiyariyên alîkariya “piştgiriya rêveberiya bi bandor û radestkirina karûbarên çêtirîn ên ku aştî, aramî û serfiraziyê ji bo gelê Xezzeyê pêş dixin” digirin ser xwe.
Endamên wê, ligel endamên BoP-ê yên ku berê hatine behs kirin, dê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, dîplomatê Qeterî Elî El-Tewadî, Generalê Misrê Hesen Reşad, Wezîrê Îmaratî Reem El-Haşimî, Yakir Gabay û Sigrid Kaag jî di nav de bin.


