Hevpeyvîn

Qendil çi ji kurdan re kirye

Derbarê helwstên PKKê û ragihandinên ser bi wê partiyê ve, ku dibêjin, beriya niha me PDKê ji metirsiya li ser Şingalê hişyar kirbû û pêwîst e rê ji gerîlayên wan re bê vekirin ku biçin Şingalê rizgar bikin, Serkerterê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)Fazil Mîranî got eger wisaye çima naçin Şingalê rizgar nakin, mane di ragihandina xwe de dibêjin gerîlayên me gehîştine nava Şingalê û ew dever rizgar kirine, lê derket ev yek ne rast bû.

Serkerterê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, derbarê rêxistina DAIŞê û gefên wê ji televizyona Rûdawê re radihand ku DAIŞ ji aliyê hinek alî ve hatiye avakirin û ji bona hinek meramên siyasî, tişta ku DAIŞ dike bi destê çekdarên wê ye, lê bi dilê gellek aliyan bû.

Fazil Mîranî di wê baweriyê de ye ku piştî pêkanîna Hevpeymaniya Navdewletî wê DAIŞ xwe eşkere bike, “ku kî li pişt wan bû û beriya ku bi dawî bên wê ji wan re bêjin hûn bûn ku we em bikar anîn.”

Derbarê wan dilgiraniyên ku Tirkiyê xuyanî kirine ku ew ditirsin ew çekên ji Kurdan re tên şandin, bikevin destê PKKê, lewra çekan ji Kurdistanê re naşîne, Fazil Mîranî got: “Ev gotin hicet in da ku çek nekevin destê kurdan, tevahiya wan welatên ku çek û hevkariyên leşkerî dane me, ti welatekî ji wan ji vê yekê netirsiyane û ne daxwazekî wisa ji me kirine.”

Derbarê helwstên PKKê û ragihandinên ser bi wê partiyê ve, ku dibêjin, beriya niha me PDKê ji metirsiya li ser Şingalê hişyar kirbû û pêwîst e rê ji Gerîlayên wan re bê vekirin ku biçin Şingalê rizgar bikin, Fazil Mîranî got “eger wisaye çima naçin Şingalê rizgar nakin, mane di ragihandina xwe de dibêjin gerîlayên me gehîştine nava Şingalê û ew dever rizgar kirine, lê derket ev yek ne rast bû.”

Mîranî wiha jî got: “Eger ew dibêjin emê Çiyayê Şingalê bikin bikin Qendîla dûyemîn, başe Qndîla yekemîn çi ji kudan re kiriye heta ku Qendîla dûemîn ji wan re bike? Eger xelkê Şingalê daxwaza atina wan bikin ti kes rê li pêşiya hatina wan nagre.”

Serkerterê Polîtbûroya (PDK) herwiha dilgiraniya xwe li hember pêwendiyên niha yên di navbera PDK û YNKê xuya kir û got: “Divê em hevbeş û bira bin, lê niha birayetiya me qels bûye, ev yek jî metirsîdare bû tevahiya Kurdistanê.”

 Kdp,info

 

Back to top button