CivakRojev

Qedexeya li ser Kurdî rabû!

Sala 2012ê li Diyarbekir zaningeha Dicle de Beşa bernameya Zimanê Kurdî hatibû vekirin û xwendevana dikarina bawernameya xwe bi zimanê Kurdî(Kurmanci, Zazakî) amade bikin û li gora wê jî tevdigeriyan.Lê ev yek ji berî 4 sala di carekî de hate qedexekirin û hêdî bawername bi zimanê Kurdî nehatin qebûl kirin. Xwendevan bi zimanê Kurdî perwerde dibûn lê bi zimanê Tirkî bawernameya xwe amde dikiran.

Niha reveberiya zaningehê di rêznameya zaningehê de guhertinek pêkanîn û ev qedexe ji holê rakirin. Hêdî xwendevanên beşê Kurdî dikarin bawernameya xwe bi zimanê Kurdî amade bikin.

Back to top button