
Bi rastî meriv hin caran li hin rûpelên Facebookê dibîne ku hin birader qaşo ”Gotinên Pêşiyan” ên kurdî diweşînin, lê belê hema bêje ew van gotinan dikin heramê herimî û herwekî kenê xwe bi Çanda Kurdî dikin, di wan de rêzimanî, peyvsazî, kêşmendî û qafiye tune.
Ji vê jî zêdetir, naveroka hin gotinê tirkî jî bi bêje û peyvên kurdî dinivîsin û herwkî ew yên kurdî ne dikin malê kurdî.
Heyf û Xebînet!
Dema meriv peyvên wisa dibîne, herwekî bi kevirên berezî serê meriv bişkênin, hewqas ku meriv zêvir dibe.
Şerma mezin jî ev e ku hin profesorên biyanî hene û hertim nivîsên kurdî dişopînin, dema ew van gotinan biteqilînin, wê şaqiz bibin ku ev nivîs çewa bûne malê kurdî.
Ji vê jî zêdetir, mejiyê ciwanên nû bi gotinên wisa çewt serobin dibe.
Erê, eger hûn nizanin bi kurdî binivîsin, ew gelşeke din e.
Lê mafê kesî tune ku Gotinên Pêşiyan wisa çewt binivîsin û biweşîne.
Ev e çend mînak ji wan çewtiyên ku hatine kirin, li jêrê diweşînim, lê navê kesên ku ew nivîsîne li ba xwe diparêzim:
(1)
”Destê tu nikarî gezkî,macke”
Rastiya vê gotina ku navrok ne ya kurdî ye, weha ye:
”Destê neyê gezkirin, tê maçkirin.”
(2)
”Ku ga ket! Xwedîyê kêrê zehfin.”
Rastiya vê Gotina Pêşiyan a çewt û bêserûber, weha ye:
”Dema ga dikeve, kêr pir dibin.”
(3)
”Ku diz û xwediyê malê heval bin, dikarin gê di kulekê re derxin.”
Rastiya vê Gotina Pêşiyan, weha ye:
”Eger diz ji malê be, ga di kulekê re derdixe.”
(4)
” ker’ê nemire biharê, hetanî hişînbe qîfarê”
Di kurdî de zayenda peyva ”ker”ê nêr e, navê ya mê jî maker e. Îcar vî camêrî bêjeya ”ker”ê wek ya mê daye nîşandan û apostrofa tirkî jî xistiye jorê navbera bêjeya R û Ê.
Rastiya vê Gotina Pêşiyan, weha ye:
”Kero nemire heta biharê ku qîvar çêdibin.”
(5)
“Dıjmeni bave, lawara nabe dost.!”
Rastiya vê Gotina Pêşiyan, weha ye:
”Dijminê bav û kalan, nabin dostê keç û lawan.”
Xwedayê mezin Zimanê Kurdî ji xameyên şaş û çewt biparêze…
09/ 11/ 2018
Zeynelabidîn Zinar