Serokê Kurdistanê karê terorîstiya Rezwaniye şermezar kir

Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstiyê şermezar dikim ku derengên şeva derbasbûyî li ser binkeyeke hêza emniyên Iraqê li Rezwaniye hate kirin û mixabin hejmarek ji hêzên emnî û xelkê medenî bûne qûrbanî. Hevxemê kesukarên qurbaniyanim, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Ev êrîş diselmênin ku teror gef û metirsiyeke berdewame û jiyan û aramiya me hemû aliyekê bi armanc girtiye, ji bo wê yekê divê hemû aliyek hevkar û hemaheng bîn û bi yekgirtî rûbirûyê wê bibîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.11.2020

Nerîna min :