Civak

Qasimlo nemir e

 

Li ser şehid kirina Dr. Qasimlo bi destê rejîma xwînxwar a Cumhuriyeta İslamî ya Îranê ve, 30 sal derbas bû.

Axundên kevneperest wekî Şahên Îranê dixwastin bi teror kirina rêberên Kurd pêşiya xebata rizgariya Kurdistana Rojhilatê bigrin.

Çawa şahên xwînmijên Îranê nikaribun bigijine armancên xwe, rejîma Xumeyniyê kevneperest jî negihişt. Hewn û xeyalen wan jî pûç bû.

Bi şehîd kirina Dr. Qasimlo ne tenê xebata azadixwaziya Kurdistana Îranê têkneçû, her usa berbelav bû û pêşve çû.

Rejîma kevneperesta Îranê bi teror kirina Dr. Qasimlo nikarî pêşiya xebata Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) bigre.

Kadr û peşmerge û rêvabirên HDKÎ sengerê şehidan vala nekirin, di rêbaza Pêşawa û Qasimlo da berdewam xebat kirin, alayê xebat û berxwedanê bilind ragirtin.

Bi hezaran xort û lawên Kurd nehiştine sengerê Qasimlo vala be, alayê destê wî bikeve erdê, bûne Pêşmerge û dibine cangoriya gel û welatê xwe. Gelê xebatgerê Kurdistana Rojhilatê, bêtir ji berê hatine meydana xebatê û daxwaza mafên xwe yên netewî û demokratîk kirin û dikin.

Paş 30 sal, îro xebata gelê Kurdistanê, xebata Pêşmergeyên Rasanê berbelavtir dibe, berbi serketinê diçe.

Paş 30 sal, îro rejîma Îslamiya Îranê ruswatir bûye û rewşa vî welatê roj bi roj xiraptir dibe, ber bi têkçûne diçe.

Em carekî dinê li ber hizura Dr. Qasimlo û hemu şehidên Kurdistanê, ku bi xwîna xwe ve dara azadiyê bilindtir û şîntir kirine, qirnoş dibin.

Em piştrast in nêviyên Pêşava, Qasimlo û Şerefkendî, rêvîngên rêka şehîdan, bi azad kirina Kurdistana Rojhilatê ve tolayê Dr. Qasimlo û hemu Şehidan ji rejîma axundên İranê vedikin.

Ruhê wî şar rêbazê wî berdewam be.

13.07.2019

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

 

Back to top button