Civak

Qanûna organîzekirina senterên parastina jinên geflêkirî

Îro li Hewlêrê bi armanca amadekirina qanûnek û sîstemekê bo senterên parastina jinên gevlêkirî li herêma Kurdistanê, bi amadebûna Asos Necîb wezîra kar û karûberên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna hijmareke parlamenteran, nûnerên rêxistinên jinan û afretan û çalakvanên di vî warî de kar dikin, wezareta kar û karûbarên civakî, bi minaqeşekirina reşnivîsa qanûna senterên parastina jinên gevlêkirî û amadekirina sîstemekê ji bo birêvebirina wan senteran li Hewlêrê Workshopek tyebet saz kir.

Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî di destpêka vekirinê de peyvek pêşkeş kir û tê de behsa wan kar û xebatan yên ku wezaret di warê parastina jinên gevlêkirî de û nehêlana şideta li dijî jinan dike, kir. Asos Necîb got ku wezaret ji bo ku qanûnek û sîstemek bo wan senterên jin tê de dihêne parastin hebe, dixebite.

– Divê em hemû vê pirsê, pirsa madekirina qanûnekê bi senterên parastina jinên gevlêkirî, bi giringî werbigirîn. Çimkî ew jinên rastî şidet û lêdanê tên qesta senteran dikn û li wan senteran ew dihêne parastin. Bi rastî wan senteran pêwîstî bi qanûn û sîstemek minasib heye daku maf û azadiya jinan di wan senteran de parastî be. Evy ek jê bi xebat û tekoşîna hemû aliyan dê serkeve.

Wezîra kar got ku di paşerojê de ew dê serperiştî û çavdêriya hemû senteran bikin, hete ew senterên ji aliyê rêxistinên medenî jî ve tên birêvebirin.

Di Workshopê de çend mijar û pirsên giring ku peywendiya wan bi diyardeya şideta li dijî jinan ve hemû weke, ew qanûnên cudahiyê têxin navbera jin û mêran, hişiyarkirina jinan di rû bi rûbûna şidetê de, diyarkirina maf û erkê jinan di civakê, karî û di malê de, hatin minaqeşe kirin.

Di beşeke din de  reşnivîsa qanûnekê bo organîzekirina karê senterên parastina jinên geflêkitî li herêma Kurdistanê hat amade kirinû ew reşnovîsa qanûnê  ji bo pesindkirinê ji hikûmetêû parlamentoya Kurdistanê ra hat şandin.

Back to top button