Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya xwendekaran kir

Sekreterê Yekitiya xwendevanên Kurdistanê li gel hinek endamên yekitiyê serdana Nêçîrvan Barzanî kirin. Di vê serdanê de Yekitiya Xwendevanan behsa çelakiyên xwe kirin û Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo pêşketina rewşa  xwendevanan û ji bo çelakiyên Yekitiya xwendevanên Kurdistanê da nişandan.

Herweha Neçîrvan Barzanî da xûyakirin ku piştî kongreyê Partiyê dê behtir pişgiriya kar û xebata xwendevanan bête kirin.
Nêçîrvan Barzanî kifşkir ku, cihek bilind û girîng yê xebata Yekitiya xwendevanên Kurdistanê di nava tevgera azadixwaz a Kurdistanê de heye. Herweha Barzanî da xûyakirin ku ev yekitiya hanê xwedî kedekî gelek mezine di destkeftiyên ku îro heyîn de. Barzanî got ku, divê Yekitiya xwendevanan i keda xwe xwedî derkeve destkeftiyên tevgera Kurdistanê biparêze.

Herweha Neçîrvan Barzanî da xûyakirin ku, di pêvajoya ku têre derbas dibin,divê yekitiya xwendevanan bi awayekî zanistî ji parastina mafên xwendevanan kar û xebatê bike.

Back to top button