Fêlbaz an Şeytanê siyasetê

Heta mirov ji vî welatî neçe derve, nizane ev bêserûberiya ku di welatê me de bi navê demokrasî û mafê mirovan tê meşandin, çiqas metirsîdar û kavilker e. Pir car li Tirkiyê dema xort û keçeke Tirk dibînim, îmza yan wêneyê Ataturk li ser mil û zendên destê xwe tato kirine, axîneke sar dikşînim! Ew çi kultûr û siyasetek e ku karîye wiha ji ciwanekê bike piştî 80 salan jî ji Ataturk hez bike. Yan çend sal dibe Tirkiyê malpera Youtube li wî welatî qedexe kiriye, ji ber vîdeoyek ne jêhatî ku li ser Kemal Ataturk têde hat weşandin.
Mixabin di van salên dawî de tu pîroziyek di welatê me de nema ku nekeve ber êrîşê û li ser hemûyan jî Mele Mistefa Barzanî ye ku gelek bêrehmane bûye armanc. Barzanî tenê ne milkê partiyeke siyasî ye, lê serokekî efsaneyî yê Kurd e ku dost û dijmin şahidî jê re dane û wêna îro ketiye destê Kurdan para herî zêde berhema ked û westiyan û jêhatîbûna wî ye di serokatîkirina şoreşa çekdarane ya Kurdistanê li dijî rejîmên Iraq, Îran û Tirkiyê de. Loma Barzanî beriya ku serokê partiyekê be, serokê şoreşa Kurdistanê û yek ji pîroziyên vî welatî ye û ne heqe rê were dan tu kes bi gotina ku ji dijminkariyê çavkanî digre, bêrêziyê bi vî pîroziyê bike.
Ez ecêbmayî mame, bo kesekî ku hemû temenê xwe ji bo Kurd û Kurdistanê gorî kir, di welatê me de qanûnek tuneye kesayetiyekê biparêze.
Kesayetî û dîroka Barzanî, Qazî Mihemed û Şêx Mehmûd hêjayî wê yekê ne bên behskirin û werin nirxandin, lê ev ne karê Pasdarekî biçûk e ku were bi pere dîroka reş a xelkê din bi navê nivîsîna jînegariyê li ser hesabê pîroziyên Kurd û Kurdistanê sipî bike. Piştre rabe ser piyan û bêje ez ji te Kurdtir im!
Irfan Qanîferd ku li gor gotina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kesekî derewker û fêlbaz e, rabûye pirtûkek li ser jînegariya Celal Talabanî û cenabê Serokkomarê Iraqa Federal nivîsandiye, tê gotin ku nêzîk 500 hezar dolar pere ji wê pirtûkê re hatiye xerckirin, ji xeynî vê yekê jî li Tehranê malek ji wî re hatiye kirîn. Ji bo vê yekê jî divê Nazim Omer bersiv bide gelo rast e yan na?
Carê heq e Kurd wê pirsê ji rêzdar Mam Celal bikin, başe birêz çima tu bixwe dîroka xwe bi Kurdî nanivîsînî û çi karê te bi vê yekê ketiye ku Pasdarekî biçûk dîroka te bi Farisî binivîse? Serpereştyarên vê pirtûkê rêzdar Kemal Fuad û Nazim Debax in, ku şarezayiya wan li ser Farisî tuneye, çawa serperiştiya vê pirtûkê kirin!? Ji wê zêdetir dibêjin, rêzdar Mam Celal Qanîferd ligel xwe biriye Koşka Sipî û belgeya duktorayê ji wî re li Amerîka wergirtiye. Çima?
Bila werim ser kesayetiya Irfan Qanîferd ku qaşo ‘şeytanê siyasetê’ ye, lê ew kirêgirtiyê Îtilatê ye û ezê wêna bi belge bo we biselimînim ku çi sextekarek e. Ez ne dîroknivîs im û min serdana tu navendeke belgenameyî nekiriye û wê mafê jî nadim xwe werim li ser dîrokekê ku nizanim, biaxifim (her wek çawa Axayê Qanîferd bi pêxasî ketiye nav de!), lê tenê dixwazim bo xwendevanên hêja behsa kesayetiya Irfan Qanîferd û armanca sereke ya wî bikim ku qaşo tiştê dibêje rast in û yên berî wî hatine nivîsîn, hemû derew û ne rast in.
Ew agahiyên ez behsa wan dikim, rewşenbîr û nivîskarên Kurd li Îranê çavkaniya wan in, ew kes in ên ku di vê derbarê de jî zêde dizanin û haya wan ji pirsan heye.
Yekem; Irfan Qanîferd, kurê Burhan e ku bavê wî di serdemê Şoreşa Îslamî de Qaymeqamê Merîwanê bûye, ango înqilabiyekî (şoreşî) pile yek û herî gur û xizmetkarê Komara Îslamî bûye û dema Komara Îslamî ciwanên Kurd gulebaran dikir û perê fîşekên xwe ligel qotiyeke şîrînî li xwediyê şehîdan werdigirt, cenabê wî di nav naz û nametan de Kurd bi ‘dijberên şoreş’ê binav dikir. Lê niha dixwaze dîroka Kurd û Kurdistanê ji me re behs bike!
Dûyem: Îrfan `bi belgeyan` perexwer û rastî-têkdere. Buhayê hezaran dolar ên pirtûkên xaneya çap û belavkirina `Nîgay Sebz` li Tehranê xwariye û wiha anî serê axayê Tehmasbî yê xwediyê pirtûkxanê ku camêr ji Îranê reviya û li Elmanya bû penaber! Jiber Qanîferd li Tehranê destdirêj bû, camêrê me newêriya daxwaza mafên xwe jî bike. Piştre, wek din jî rabû kitêba camêrekî xelkê Makû yê di sala 1999 ku navê wê axayê Belxkanlu bû û wergera pirtûkeke Nadirê Întîsar bû, kir ya xwe û li jêr navnîşana `Mafya Qudre`ê çap kir. Belxkanlu jê re nehişt, û çû dadgehê giliyê wî kir û dûre Îrfan daxwaz lêborînê jê kir. Nameyên Belxkanlu derbarê vê diziyê li vê malperê hatine belavkirin: Kurdistanmedia.org.
Sêyem: Di sala 2003an de Îrfan pirtûkek bi navê gotûbêj ligel hunermendê navdarê Îranê Mihemed Reza Şeceryan, belav kir. Jixwe piştî belavbûna kitêbê, Şeceryan di rojnameya Hemşehrî de ragihand ku qet gotûbêj ligel Qanîferd nekiriye û tenê li cihekî carekê ser piyan hevdu dîtine! Û diyar kir ku tiştê di kitêbê de liser zimanê wî hatiye nivîsandin ji serî heta binî derew e û ne axaftinên wî ne! Niha, cenabê Qanîferd dixwaze ji me re bide xwiyakirin ew derewan rast dike! Hê wî master wernegirtibû, bûbû diktor! Lê ew niha li Amerîka diktora dixwîne.
Qanîferd sala 2002an daxwiyand wî ligel hunermend Mezher Xaliqî lihev kirine wî bibe Îranê. Dûre Xaliqî gotibû ew qet venagere Tehranê û haya wî ji van agahiyan nîne û ne Qanîferd dîtiye û ne wî nas dike!
Çarem: Qanîferd zilamê Îtîla`ata Îranê ye. Vî hevalî di van salên borî de, jimareke zêde ya gotûbêjan ligel Benî Sedir, Reza Pehlewî, Şêx Îzeddîn Husênî û Ebdulla Hesen Zade kirine û hemû jî çap kirine. Ji xeynî ku Ebdulla Hesen Zade wî derewîn derxist û da zanîn ku axaftinên wî hatine têkdan, xala balkêş ewe ku çawa berî çend salan rojnamevan Ednan Hesenpûr `ku hevbajarê Îrfan e û xelkê Merîwan e` liser peywendiya wî ligel qadiroyekî pile çar ê PDK-Î bi sezaya darvekirinê hat mehkumkirin, lê tu kesî ji Îrfan re behsa wê çûnûhatinê nekir? Gelo ev çi nehênî ye!
Îrfan endamê navenda Esnad `belgename` ya şoreşa Îranê ye û destê rastê yê Ruhulla Husenyanî yê serokê vê navendê ye ku berê cîgirê wezîrê Îtîla`ata Îranê bû! Hemû nivîsên Qanîferd li malpera Tabnak a Muhsinê Rezayî yê fermandarê berê yê Supaya Pasdaran tên belavkirin. Ev malper tenê bo dijayetîkirina Kurd û Kurdistanê hatiye damezrandin.
Pirtûka Qanîferd bi fermana van herdû cihên ku me li jor behsa wan kir hatiye nivîsandin û li tu deveran navê Mam Celal ku peywendiyên wî ligel Îranê xweş in, nehatiye! Armanca vê kitêbê şikandina Barzanî û têkdana rola wî di dîroka Kurdan de ye û Îran bi awayekî sîstematîk ev kar cîbicîh kiriye.
Rûniştina nirxandina vê pirtûkê li Tehranê di rojekê de hat kirin ku Îran 4 Kurd û Farisek liber çavê hemû cîhanê îdam kirin. Di vê rûniştinê de, mamosteyê zanîngeha Tehranê Dr. Sadiqî Zîba Kelam hevokek liser Qanîferd û kitêba wî got ku bi baweriya min têra wî dike. Sadiq Zîba Kelam wiha axifî: “Ez vê pirtûkê wek kitêbeke dîrokî nabînim û puana (0) didim nivîskarê wê, jiber ku A, B ya dîrokê nizane.”
Sadiq Zîba Kelam ne Kurd e û ne zilamê PDKê ye jî da bi vî awayî baxife, li gor min ecêbe hinek kes liser bingeha derewên bê jimar ên Qanîferd, wî wek dîrokzan wesif bikin!
09/08/2010
Rêbwar Kerîm Welî
(Rûdaw)