Nivîsar

Qada Tofanê ne qada siyasetê ye, qada hevkariyê ye

Helwesta dam û dezgeh û xelkê başûrê Kurdistanê û taybetî serdana serokê herêmê hestên netewî li bakurê Kurdistanê vejandin.

Dara Bilek

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiye erdhejek mezin çêbû. Di vê tofana erdhejê de heta wek vê gavê 32 hezar insana jiyana xwe ji dest da.100 hezar insan birîndarin, bi milyonek zêdetir insan bê mal û hal man. Hêja ihtimala bi hezaran term di bin kavlên avahiya de mabe heye. Kurtasî mirov dikare bêje tofana sedsalî çêbû.

Her aliyek,welatek yan jî dezgehek li gora imkanên xwe bi hewara xelkê çûn . Taybetî gava ku li başûrê Kurdistanê hatî avêtin cihê dilxweşiya her Kurdekî bû. Hukumeta herêma Kurdistanê roja yekem timên xilaskirinê û pizijk rêkirin, bi sedan makînên ku enkaza rakin rêkirin herweha Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî(BCF) bi hemû imkanên xwe li bakur û rojava li qada erdhejê bû. Li bakur bihezaran xwebexş ketin di bin fermana Dezgehê Xêrxaziyê de û arîkarî gihandin kesên muhtac.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî gavek dîrokî avêt û serdana qada erdhejê kir û bi hemwelatiyan re hatbahev.Guh da kul û derdê wan, bû şirîkê xem û eşa wan. Ji aliyek din ve li başûrê Kurdistanê xelkê li hemû bajaran bi sedan barê TIR a arîkarî berhev kir ê rêkirin bakur û rojavayê Kurdistanê. Helwesta dam û dezgeh û xelkê başûrê Kurdistanê û taybetî serdana serokê herêmê hestên netewî li bakurê Kurdistanê vejandin.

Ji aliyê xwe ve hinek partî û rêxistinên Kurda li bakur li qadên erhejê arikariya qurbaniyan kir li gora imkanên xwe tevgeriyan û mildan milê xelkê xwe. Rastî helwesta wan cihê teqdîrê bû.

Gelek siyasetmedar,nivîskar û rewşenbîra li bakur ev helwesta başûrê Kurdistanê bilind nirxandin. Lê mixabin hinekan jî bi awayek vekirî û hinekan jî bi şermezariyek wek ku mecbûr bin ev helwest rexnekirin. Gelo dê zingara hinek mejîyan di derbarê Barzaniyan de kengê pakij bibe? Tiştekî mirov ji bo vî cureyê siyaset û insana bêje tnemaye,islaha wan jî dixweyê ne gelekî ji mimkinataye.

Mixabin li Tirkiye jî aliyên siyasî hewldidin vê tofanê bikin zemînek ji bo siyasetê. Ji xwe belkî jî malxirabûna mezin jî ev e. Hêj ji nihave herkes yên din tawanbar dike.

Gerek em wek Kurd bê ku bikevin di nava gotubêjin siyasîyên teng û bê ku bibin mehkumê îdeolojiyên ku çavê me li rastiya bigre,hewlbidin bîrîna miletê xwe derman bikin. Di warê mirovahîyê de barê dikeve li ser milê me ragirin û mil bidin milê qurbaniyên vê tofanê ê berpirsiyariyên xwe bînin cih.

Hata ku em bîr û baweriyên xwe de berjewendiyên miletê xwe li ser hertiştekîre bigrin û li ser xeta netewî û Kurdistanî tevbigerin, zû bi zû tujî xeletiyan nabin û dê bibin sedemê bingehîn hestên netewî belav bikin û heta radeyekî bikaribin welê bikin ku miletê me rastiya heyî bibîne û di bin bandora propagandeya derew û dezenfarmasyona de nemîne.

Gerek em spasiya her dam û dezgeh,her insan,her aliyek siyasî ku destê xwe xistî di bin kevir de û alikariya qurbaniyên vê tofanê kirî bikin.

 Ev tofan ne qada siyasiye ku em bikin zemîn ji siyaseta rojane re.

15.2.2023

Back to top button