Stranbêjê navdar Tarkan, di derbarê karesata erdhejê de daxuyanîyek da û hasten xwe anîn zimên. Tarkan, di derbarê erdhejê de got:Yên ku ji bo alîkariyê hatine hawarê, ne bûne sedema mirina bi hezarê mirovan, yên ku li dijî wan derdikevin mirovan dişewitînin. Ev yek nayê bawerkirin, şerm e. Gelê me vê yekê heq nake”.

Stranbêj Tarkan, di daxuyanîya xwe de piştgirî da komele û komên ku li parêzgehên erdhejê alîkarîya mexdûran dikin.

Tarkan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: “Min jî wek her kesî bi xemgînî û çav bi hêsir li felaketa erdhejê temaşe kir. Heger desthilatdaran guh bidaya hişyariyên zanyaran û tedbîrên pêwîst ji berê de bihatana girtin, wêraniya erdhejê bi vê ecêbê çênedibû”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: