Cîhan

Li Lîbyayê felaketa keştiyê: 73 kes mirin

Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ragihand ku doh li peravên Lîbyayê di karesata keştiyê de herî kêm 73 koçber winda bûne û yên winda bûne jî mirine, 7 koçber jî hatine rizgarkirin.

Drama koçberên neqanûnî li Derya Spî berdewam dike. Di daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat diyarkirin ku doh li peravên Lîbyayê keştiyeke ku koçberên neqanûnî tê de bûn binav bûye û herî kêm 73 koçber winda û mirine.

IOM’ê diyar kir ku ji karesata keştiyê tenê 7 kes hatine rizgarkirin û heta niha cenazeyên 11 kesan ji aliyê Heyva Sor a Lîbyayê û polîsan ve hatine dîtin. Zêdetirî 130 koçberên neqanûnî îsal dema ku di ser Derya Spî re diçûn Ewropayê mirin. IOM’ê diyar kir ku par di çarçoveya Projeya Koçberên Winda de zêdeyî 1450 koçberên neqanûnî jiyana xwe ji dest dane

Back to top button