Civak

PYDê zavayê yek rojî kuşt

Duh zava bû, dawet bû, şahî bû, xwîşk û birayên wî, dê û bavê wî tilîliyên dilşadiyê didan, îro jî tabûta wî, cenazê wî li devê derîyê wan e. Îro jî bi hestên sincirî, hêstirên çavan û lorandinên şewat xatirê xwe jê dixwazin.

Di daxuyanîya asyîşa Efrînê de tê destnîşankirin ku Hanan Hemdoş serxweş bû, serê xwe li derî û dîwaran dida û bi vî awayî xwe întîhar kir. Ew dide zanîn ku Hanan bi keleşinkofê êrîşî endamên Asayîşê kiriye û piştî mirina wî tixtor hatiye û ew kontrol kiriye.

Agahiyên ji cihê bûyerê dibêjin ku ev tev bê bingeh in. Ne êrîş kiriye, ne keleşînkofa wî hebûye, ne jî tixtor hatiye li ser cenazê wî. Heta malbatê tixtor xwestine lê Asayîşê daxwaza wan red kirîye.

Lekeyên li ser rûyê Hanan tev şopên îşkencê ne.

Hanan di 3yê mehê de hat girtin ji ber sedema qezakirinê. Motorsîklêta wî li trimbêlekê dabû. Ew ne ji ber sedemên krîmînal hatibû girtin. Nûçegihanê Skykurd ji Efrînê radigihîne ku Hanan dijûn ji endamên Asayîşê û ji sîstema PYD re kirine û di dawiyê de tê texmînkirin ku ev dijûn bûne sedema kuştina wî.

Merivekî Hanan nexwest navê xwe ji ber sedemên ewlekariyê dyar bike got: „Me ji ber baranê bazda em chûn ber şirikê. Li ber van rêjîma Baas dil bi rehim bû“.

Nûçe:SkyKurd

Back to top button