PYDê hevalên me dide dadgehên ne rewa
Yekîtiya Siyasî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ragihand ku heta niha niha 10 hevalên di zindanên Partya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtî ne û nehatine berdan.
Yekîtiya Siyasî ku ji partiyên Yekîtî ya Kurdistanê, el-Partî û her du partiyên Azadî pêk tê di daxuyaniyekê de got “PYDê 12 hevalên el-Partî û Azadî, ku 2 ji wan azad in, dane dadgehên xwe yên ne rewa”.
Di daxuyaniyê de navê her deh hevalên Azadî û el-Partî yên li cem asayişa PYDê girtî ne hatine aşkerekirin ku ew jî Saîd Îso, Siyamend Birîm, Ceger Hemo, Ehmed Sîdo, Şikirî Bekir, Heyder Bekir, Ciwan Qilinder, Resûl Îsmaîl û parêzer Idrîs Elo. Her wiha her yek ji Mihyedîn Şêx Sîdê û kurê wî Mistefa Şêx Sîdê bêy amadebûn tên darizandin.
Berdana girtiyên siyasî yek ji wan xalan bû ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PYDê di 24/12/2013 de li bajarê Hewlêrê li ser li hev kirin.
Piştî wê rêkeftinê, asayişa PYDê çend girtiyên siyasî yên endamên partiyên Yekîtiya Siyaî berdan, lê belê ew yekîtî dibêje ku heta niha 10 girtiyên wan û gelek girtiyên din ên Kurd ji ber nêrînên xwe yên siyasî di zindanên asayişa PYDê de ne.
Yekîtiya Siyasî ku çavlirê ye di vê mehê de her çar partiyên wê di nava yek partiyê de yek bigirin, di daxuyaniya xwe de got ku ew hevalên wan “ev zêdetirî 2 mehane tên îşkencekirin û îhanekirin” û bi tometên hazir têne tometbarkirin.
Yekîtiya Siyasî tevî ku dariznadina hevalên xwe şermezar kir, bang li raya giştî ya kurdî, kurdistanî û hemû saziyên navdewletî û mirovî kir ku jib o berdana girtiyên di zindanên PYDê de bixebitin.