Polîtîk

Ji bo çi dijitiya Barzanî û PDK

Eve demeke çend nivîsên balkêş di malpera Lêkolinê de dijê Barzanî û siyaseta PDKê de têne weşandin. Armanca van nivîsa hemûyan kifşe. Erîşê nirxên netewî û hêzên ku rêya azadiya Kurdistanê ragihandina dewletek Kurdî de dibînin dikin.

Tişta balkêş ewe ku ev navên ku van nivîsa dinivîsînin nayên naskirin kesek jî, heta derdora PKKê bi xwe jî nizane ev çi kesin. Kifşe ev kes ji nawendek tarî û nehînî têne îdarekirin û ev nivîs têne belav kirin. Ev nivîs hemû bi zimanê Tirkine.

Ev wene di malpera Lêkolîn de hatiye weşandin

Malpera kaşo ya Nawenda Lêkolînên Stratejik a Kurdistanê di rastiya xwe de heta niha tiştek stratejik ne afirandiye û tenê dijitiya nirxên Kurd û Kurdistanî dike. Ew nawenda stratejik a dijê PDK û nirxên netewîye.

Li Başûrê Kurdistanê gelek malper hene ku rojane di derbarê kar û xebata siyasî de nûçeyan belav dikin. Piraniya van malperan bi zimanê Tirkî jî weşanê dikin. Gelo ev malper van nivîsên di malpera lêkolînê de têne weşandin naxwînin yan jî ji bo çi bersiva van derewên PKKê nadin?

Nawenda stratejik ya dijitiya nirxên netewî

Di rastiya xwe de yan PDKê van kesan û derdorê muxatab nabîne û bersivekî nade yan jî ev yek tê ihmal kirin. Ji aliyekî ve PKK gelek vekirî bi awayek stratejîk şerek medyayî li dijê Barzanî Û PDKê dike ji aliyek din ve Ocalan wek tektikek siyasî behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera PDK û PKKê de dike.

Her şikas ev nivîsên têne weşandin valebin û derewjî bin, taybetî li Bakurê Kurdistanê gelek alî baweriya xwe li van nivêsên pûç tînin. Ji xwe siyaseta PKKê jî li ser van dezenfarmasyon û derewan hatiye avakirin.

Mirov tirsa PKKê tê digihe , lê cardin pêwistî heye ku bala hinek medya li ser PDKê ve jî bikşîne.

Rojevakurd

Back to top button