Polîtîk

PYDê Hacî Kalo û 16 endmamên PDK-S girtin

Asayişa PYDê li ser sînorê Sêmalka, endamê serokatiya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Hacî Kalo û 16 endamên kongreya wê partiyê di dema vegerê de bo Rojavayê Kurdistanê girtin.

Li gor malpera Rûdawê, îro danê êvarê dema endamê serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Hacî Kalo û 16 endamên kongreya wê partiyê dixwestin bi rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Rojava bibin, ji aliyê hêzên asayişê yên Kantona Cizîrê ya ser bi PYDê ve hatin girtin.

Back to top button