Polîtîk

PYD zererek mezin dide Kurdistana Rojava

 
Welatiyên birêz
Kurdistaniyên hêja
 
Weke her kes dizane her di heman dema ku guhertinên siyasî yên deverê û yên Sûriyayê derfeteke baş bo Kurdan afirand, em li Kurdistan û weke partiya demokrata Kurdistanê, weke erkekî netewî û herwiha bo piştgîrî kirina xebata biryaên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de, destê hevkarî û piştgîrî ji tevahiya aliyan re dirêj kir û bi her awayî me hewl da daku aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest û pişgîrî hevûdu bin daku di dahatûya Sûriyayê de mafên gelê Kurd werin parastin.

Lê mixabin PYD bilez helwestên xwe guhert û li ser astê navxweyî siyaseteke takrewane û xwesepandin li ser Kurdên Rojavayê feriz kir û li ser astê Sûriyayê de jî Rojavayê Kurdistanê xiste nava hevsengiyeke qirêj ku jibilî dahatûyeke nadiyar û metirsîdar ti destkeftek bo jê nayê bidestxistin.

PYDê bi tenê ew helwestên han raber nekir belku siyasetên xwe yên şaş domand û gehêşte asta dijminatî kirina part û aliyên din yên Kurdî û dest bi bin çav kirin, refandin û qewtandina Serok, alîgir û endamên partiyên din bi taybetî partiya demokrata Kurdistan- Sûriya kir û ev bûyerên han di çand rojên derbasbûyî de bi başî hatin dîtin.

Di siya siyasetên şaş yên PYDê de Rojavayê Kurdistanê di şûna ku bibe nimûneya serkeftina Kurd di warê xwe birêvebirina demokratîk de bû şahêdê rewşeke aloztir ji rewşa deverên bin desthilata rejîmê de û Rojava di encama wan siyasetan de bûye navenda serkot kirin û takrewî.
PYD ku daxwaza azadiya siyasî û vekirina deriyên beşên Kurdistanê bo hevûdu dike bo xwe bi awayekî dîktatorane li hember têkoşerên din yên Kurdistanê tev digere û ev helwestên han jî di serdema îro de ti modeke wan nemaye û hatine nifrînkirin.

Lewre lazime PYD dev ji wan siyasetên xwe yên yekalî berde ku heta niha zererên gelek mezin gehandiye berejwendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de.

Lazime PYD bersifa îradeya xelk bide jiber ku tevahiya wan zarokên Rojavayê Kurdistanê ne û ti kesek jî nikare azadiya têkoşîn û xebatê li vê beşê Kurdistanê de qedexe bike.

Em hev soziya xwe bo Kurdên Rojavayê kurdistanê û têkoşerên partiya demorkata Kurdistan- Sûriya diyar dikin û bi tundî kiriyarên PYDê mehkûm dikin û tekez li ser vê yekê dikin ku berejwendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi kar û xebatên hevbeş tên parastin ne bi siyasetên yekalî lewre pêwîste dawî bi wan siyasetan were.

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê

 

Back to top button