Pirsgirêka Kurd ya Yekîtiya Ewropayê ye

Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

28 welatên Yekîtiya Ewropayê-YE di 22-25 gulanê dê ji bo hilbijartina 751 parlamenterên Ewropayê dengên xwe bidin. Parlamentoya Ewropayê-PE ku bînahiya xwe li Strasburgê ye, li ser pêşeroja 503 milyon hemwelatiyên yekîtiyê biryarên giring didin.

Hejmarek ji Kurdên Ewropayê ku di siyasetê de çalak in, li welat û ji partiyên cewaz yên ewropî bûne namzêd. Li Swêdê jî hejmarek siyasetvanên nijadkurd berendam hatine nîşandan. Yek ji wan, ji Partiya Gel (Folk Partiet) Şukrî Demir e. Demir 35 salî ye. Ji aliyê Omeriya ye. Demek dirêj di nav Partiya Gle de dixebite. D belediya Solna li Stockholmê di beşa çand û sporê de kar dike. Mamosteyê dîrokê ye. Em pê re li ser programa wî axifîn.

– Dîtina te li pirsa endambûna Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê çiye?

Şukrî Demir: Firehbûna YE dilxwaziya min ya herî mezin e. Ez piştgirê wê me ku, YE bi awayekî eşkere bixêrhatina Turkiye, Ukrania û welatên Balkanê bike. Roja ku ‘Mercên Kopenhamn’ê pêk bihênin divê bibin endamên esîl. Weke tê zanîn, rol û bandora wan mercan li pêşketina demokrasiya li Turkiyê dibe, erênî ye. Lewma banga min û ya Partiya Gel ew e ku, ji bo firehbûna YE di çarçoveya ‘Mercên Kopenhamn’ê xebat bêne domandin.

– Rejîma Turkiyê ji bo guhertina yaseya bingehîn giran tevdigere. Ji bo mafê kurda gavên pêwîst nayên avêtin. Formulek aştiyane ku mirov karîbe berê dewletê bide pêkanîna reforman li Turkiyê çi ne û tu dixwazî pêşerojê li ser pirsê çi bike?

Şukrî Demir: Ez, pevajoya îro kû em tê dene, ku şer nezîkî salekê hatîye rawestandin erênî dibînim, gelek baş e. Lê mixabin dewlet gavên berbiçav navêje. Yên têne avêtin jî lawaz in, pir qels in. Di vê pêvajoyê de divê kurd, rexistin û dezgehên kurda kû hene, hemû bên cem hevûdû û li ser planek çareserkirina Pirsa Kurd bixebitin. Wê pêşkêşî desthiladarîya hikumeta Turkiyê bikin. Dîtina min li ser naveroka planê ev e:

Pirsgirêka sereke li Turkiyê, pirsgirêka Gelê Kurd e. Divê pisrgírêka Gelê Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi şeweyek demokratik û aşîtiyane û li ser asasê wekheviyê bê çaresekirin. Ew çareserî jî an dewletek serbixwe, federesyon an jî otonomiyek eslî ye. Mafê Gelê Kurd heye kû biryara çarenûsa xwe bide. Pewist e Turkiyê û raya navnetewi ya giştî jî rêz ji vê biryarê bigrin. Çawa mafê zimanê tirki li Turkiyê tê parastin, pewîst e zimanê kurdî jî xwedî heman heqan be. Divê perwerdeya bi zimanê kurdî ji dibîstinên serete hata zankoyê be qebûlkirin. 

– Em zanin ku tu ji nêz ve bi Pirsgirêka Kurd mijûl dibe. Ji bo mafê kurda kar û xebatê dike. Kêmasiyên kurda ji aliyê dîplomasiyê çi ne û tu dixwazî çawa kêmasiya heye dagirî?

Şukrî Demir: Mixabin e ku kemasîyên kurda di warê diplomasiye de gelek in. Pêwîst e kû dan û stendin li gel dîplomatên welatên Ewrûpa û birêvebirên wan pêk bên û xurtir bibin. Li ser vê bingehê, li seranserê Ewrûpa dezgehên profesyonel bêne avakirin. Mîna dibîstanên fransî, almanî û spanî, li seranserê Ewrûpa, dibîstanên kurdî jî hebin. Herwisa, dezgehên kurd kû parastin û pêşenga çand û hûnera kurdî dikin bên ava kirin. Rexistin û dezgehên kû îro li Ewrûpayê hene bi awayek e profesyonel kar bikin. Buyer û pirsgirêkên li Kurdistan rû didin, di heman wextê de li Parlametoya Ewrûpayê bihênin rojevê û bêne giftogokirin.

Heman demê, vekirina buroyên welatên Ewrûpayê û YE li başûrê Kurdistanê baş e. Le dixwazim kû ew buro ne tenê sembolîk bin. Divê ew nûnertîya welatê xwe bikin. Fonkisyona wan mîna konsolos û balyozxaneyan be.

Begûman gava kû ez wek parlementer bêm hilbijartin û hejmara parlementerên kurd di PE de zêde bibe dê kirina kar û xebatên dîplomasiyê jî hesantir bibe.

– Bi qasî xurtiya Parlementoya Ewropayê, qelsiyên wê jî hene. Dema tu bibe parlamenter, tu dixwazî li ser çi kêmasiyên raweste, çima?

Şukrî Demir: YE yek ji wan aktorê aştiyê yê herî mezin li cîhanê ye. Piştî Hindîstanê, projeya herî mezin ya demokrasiyê ye. Piştî pêkhatina yekîtiyê heta niha, di nav welatên endam de çi şer derneketiye. Bi rêya hevkariya piralî ya 28 welatên endam, ji bo pêşxistin û parastina projeyê dixwazim bixebitim. Baweriya min ew e ku, 28 welatên endam dikarin bighêjin hev û li ser gelek mijarên bighêjin biryarê bidin û encamên baştir bidest bixin.

. Pirsa Kurd pirsgirêka Yekîtiya Ewropayê ye. Divê pirs wisa bê dîtin û di vê çarçoveyê de bê çareserkirin. Pirsek giring e û divê bi şêweyekî cidî bê rojeva Yekîtiya Ewropayê. Mafê bi milyona Kurdên Ewropayê heye ku, pirsgirêka wan bê rojeva PE û Yekîtiya Ewropayê li ser bipeyive, xebatê bike. Pêwîst e YE, piştgiriya têkoşîna Kurdan ya ji bo rizgarî û demokrasiyê  bike.

. Pir giring e ku YE çareseriyek hevbeş ji bo pejirandina penaberan bibîne. Almanya û Swêd tenê nikarin barek wisa dijwar hilgirin. Partiya Gel (Folk Partiet) û ez di heman fikrê de ne ku, balyozxaneyên (konsolos) welatên yekîtiyê karîbin di çarçoveya peymana Cenewreyê mafê rûniştinê bidin kesên di tengasiyê de, li hemû welatan. Ji 93 an heta niha nêzî 20 hezar mirov, ji bo ku xwe bighêjînin Ewropayê di deryayê de fetisîn, mirin. Ev yek nikare bê pejirandin. Divê kesên penaber ku jiyana wan di xeterê de ne û pêwîstiya xwe bi derketina Ewropayê heye karîbe li devera lê dijî, têkiliyê bi konsolos re deyne û derkeve derve.

. Di vam demên dawiyê de hêzên neyartiya biyaniyan dikin, li YE pêş dikevin. Li Swêdê jî Partiya Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) bi hêz dibe. Pir giring e ku, li Swêdê em dengê xwe bidin berendamên demokrat. Kesên nijadperest ji Swêdê neşînin Parlamentoya Ewropayê.

Nerîna min :