Polîtîk

London: panorama civîn û hevdîtinên serokwezîrê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re di destpêka serdana xwe ya bo Londonê d, îro roja duşemiyê 19ê gulana 2014ê, digel William Hague wezîrê derve yê Birîtaniyayê civiya.
Di civînê de wezîrê derve yê hikûmeta Birîtaniyayê got:

– Ez kêfxweş im ku, îro di yekemîn serdana wî ya fermî bo Birîtaniyayê, pêşwaziyê li birrêz Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê dikim. Ev serdan rengvedana wan têkeliyên gerim yên di navbera Birîtaniya û herêma Kurdistana Îraqê di warên bazirganî, perwerde û kulturî de ye.

Wiliam Hagur xwesteke welatê xwe ji bo xuertkirin û berfirehkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re tekîd kir û li hember wan pêşkeftinên di hemû waran de li herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aramî û îstîqraê de di devereke pir pirsgirêk û alozî li beşên din yên Îraqê, Suriya û deverê, bi dest ve hatine, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

 

 

Di civînê de ku, Hew Robertsson wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Birîtaniyayê û hijmareke rawêjkar û sefîrê Birîtaniyayî yê Îraqê amade bûn, rewşa Îraqê bi giştî, pirosesa siyasî, hibijartinên parlamentoya Îraqê, pêşkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û hikûmet herêma Kurdistanê û giringiya başdarîkirina hemû aliyên siyasiyên kurdistanî di kabîneya nû de, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa mafê mirovî li Îraq û herêma Kurdistanê, pêşhatên siyasiyên hermî û rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê hatin minaqeşe kirin.

Têkeliyên navbera Hewlêr û London û çewaniya pêşdebirin û bilindkirina sewîyeya têkeliyên di warê aborî, bazirganî, sermayerazandin, kulturî û hevahengiya navbera saziyên her du hikûmetên Kurdistan û Birîtaniyayê hin mijarên civînê bûn û her du aliyan tekîd li ser destpêkirina geştên asîmanî yên raserast navbera Hewlêr û Londoinê û damezrandina mekanîzmeke minasib ji bo bicîkirin û şopandina karan di asteke bilind de kir.

 

 

Piştî civînê, wezîrê derve yê Birîtaniyayê serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re bo xwarna firavînê vexwandin.

Civîna digel wezîrê enerjiyê

Serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re digel Êd Deyvî wezîrê enerjiyê û jîngehê civiyan û di civînê de tekîd li ser pêşxistina têkeliyan û sudwergirtin ji tecrûbeya Birîtaniyayê a di warê jîngeparêziyê û bikaranîna enerjiyê de kir.

Civîna digek cîgirê rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Birîtaniyayê

Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, li Londonê, digel Hew Pawel cîgirê rawêjkarê asayîşa neteweyî ya Birîtaniyayê civiyan û di civînê de tekîd li ser pêşdebirina têkeliyan kir û rewşa ewlekariya herêmê bi giştî nirxand.

 

 

Civîna digel wezîrê dewletê bo karûbarên bazirganî

Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê a bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanî, digel Lord Lîvîngston wezîrê dewletê bo karûbarên bazirganî û sermayerazandinê civiya û di civînê de ku, çend berpirsên bazirganiyê û sermayerazandinê yên birîtaniyayî amade bûn, kar û pirojeyên şirket û kompaniyên birîtaniyayî yên li herêma Kurdistanê di warên cuda de kar dikin gotûbêj kirin û rêkeftineke lihevtêgihiştinê ji bona hevahengî û zîdetir hevakriyên di warên cihê de di navbera her du aliyan de hat îmza kirin.

Civîna digel partiyên nav parlamnetoyê

Grûpa partiyên nav parlamentoya Birîtaniyayê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re bo şîvxwarinê vexwandin.

 

 

Weke kut ê zanîn şandeya digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ji Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkirinê, Qubad Telebanî berpirsê fermangeha hevahengî û dûvçûnê a ser bi civata wezîran ve, Sefîn Dizeyê peyvdarê hikûmeta Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê tîkeliyên derve pêk tê.

 


 

Back to top button