
ENKSê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî biryara desthilata PYDê şermezar dike ku rê li derbasbûna endamên serkirdayetiya encumenê û yên din bigire û gelek astengiyan li pêşiya kesên din jî çêdike.”
ENKSê diyar kir, dergehê Pêşabûr-Sêmalka li ser daxwaza ENKS hate vekirin ji bo ku li Sûriyê alîkariya gelê Kurd bike. ENKSê herwiha ragihandiye, dergehê Pêşabûr-Sêmalka di gelek warên mirovî, bazirganî, xizmetguzarî û tendirustî de alîkariya xelkê kir û tekane dergehe di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku ENKSê her dem xwestiye ku dergehê sînorî ji bo ajendayên siyasî neyê bikaranîn. ENKS dibêje, PYD dest danî ser dergehê Sêmalka û rê nade berpirsên wan û yên Eniya Aştî û azadiyê derbas bibin û xelkê re pirsgirêkan derdixin.
Encumena Kurdî bang li Amerîka kir û zextê li ser PYD bike ji bo ku derî veke.
Emîndariya Giştî ya ENKSê bang Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê kir ku “fişarê li PYDê bike û rê li binpêkirinan bigire û dergehê sînorî bê cudahî bikeve xizmeta her kesî û ji bo ajandayên siyasî neyê bikaranîn.”