Mesihi di rewşeke aram de li Kurdistanê cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh pîroz dikin
Kiristiyanên Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera Jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh, çend merasîm li dar xistine, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyên Misilman jî bi vê boneyê pîrozbahiyê li Kirîstiyanan dikin û tekezî li ser pêkvejiyana di navbera pêkhate û olan de dikin.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq beşdarî merasima Jidayikbûna Hezretî Îsa Mesîh bû û ji K24ê re ragihand, “Em serdana dêran dikin û beşdarî merasiman dibin. Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li xwişk û birayên Kiristiyanî dikin.”
Got jî: “Em tekezî li ser pêkvejiyana dikin ku ji mêj ve li Herêma Kurdistanê heye û berdewam e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bi yasa û rênima tekezî li ser kûrkirina vê pêkvejiyanê kirine. Ji ber ev aştiya ku bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna Pêşmerge li Herêma Kurdistanê heye, ev boneya bi azadî tê pîrozkirin.”
Di vê derbarê de, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher got: “Em bextewar in ku birayên me wek her car di rojên baş û nebaş de bi me re beşdar dibin, ev pêkvejiyana ku me ji bav û kalên me ve maye, bi saya hikmeta serkirdayetiya me ya siyasî û di serî de Serok Mesûd Barzanî ev pêkvejiyan parastî ye û bûye mînak ji hemû cîhanê re.”
Got jî: “Niha zêdetirî % 80ê Kirîstiyanên Iraqê li Herêma Kurdistanê dijîn. Ev jî piştî biryara dîrokî ya Serok Barzanî ya vekirina deriyên Herêma Kurdistanê ji bo hemû penaberên Kiristiyanî ji piştî destpêkirina şerê mezhebî li Iraqê. Ev pêkvejiyana ku li Herêma Kurdistanê heye, nîşana wê yekê ye ku piraniya Kurdên Misilman baweriya wan bi pêkvejiyanê heye.”