Cîhan

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM êrîşa Parîsê bi tundî şermezar kir

Em xemgînîya xwe digihijînin malbatên kurd ên sê kesên ku jîyana xwe ji dest dane. Roja înê 23 Berfanbar li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a hunermend Ahmet Kaya kir û di encama êrîşa hovane de sê kesan jîyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn. Divê kujerê 3 kurdên Fransayê bihêtê zelalkirin, eşkerekirin û tawana kujerî li gorî qanûna Fransî be. Serokwezîr Emmanuell Macron yê hûkûmeta niha û Fransayê berê jî, hertim bi piştevaniya gelê Kurd û Kurdistanê kirine û ji ber vê yekê jî bûne hedefa terrorîstan. Fransa welatekî demokratirîn e û divê hay ji terrora organîzekirî hebe. Em hemû êrîşên terrorîst ên li Fransa û Ewropayê dibin, şermezar dikin. Hin xwepênîşandanên Parîsê metodên tundîtîyê bikartînin; ev ne aqilê kurdan e. Paşbingeha bûyerê pir girîng e û tenê ne nasyonalîzmekî fransî ye. Em Fransa mîna xwişk û birayê Kurdistanê dibînin.

Em hemû dizanin ku dewletên terrorîst hene û ew pir bi hêz in. Ev êrîş dikare plankirîya kûr be. Divê kurd di xwepênîşandanên xwe de metodên tundîtiyê bikarnehînin û digel helwesta serokwezîr Macron bin.

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM li dijî hemû bûyerên tundîtîyê ye.

23.12. 2022

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Sekreterê Akademîya Kurdî

Dr. Najmaddin KARÎM

Serokê Akademîya Kurdî

Doktoremend Maruf YIlMAZ

Back to top button